Li Stockholmê komkujiya li Enqereyê tê protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li paytexta Swêd Stockholmê tê protestokirin.
Komkujiya li Enqereyê li paytexta Swêd Stockholmê tê protestokirin.
Piştî bihîstina komkujiyê Kurdistaniyên li Qada Sergel a Stockholm kom bûn, bi dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Turkiye” bertek nîşanî AKP’ê û Erdogan dan. Kurdistanî di mîtîngê de bi hoparloran komkujiya li Enqereyê ji raya giştî re radigihînin û dixwazin li hember dewleta Tirk helwest bigirin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêd Leyla Dûman, got ku berpirsyarê êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê Serokkomarê Tirk Erdogan ê pêvajoya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin bi dawî kir û hikûmeta AKP’ê ye.
Dûman anî ziman ku AKP ji bo ji nû ve bibe desthilatdar li hember gelê Kurd şer îlan kiriye û bang li tevayî raya giştî ya demokratîk kir ku li hember komkujiyên li Tirkiyeyê helwest nîşan bidin.
Dûman bang li Kurdistaniyên li Stockholm û derdora wê dijîn kir ku werin Qada Sergel û dewleta Tirk protesto bikin.