Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan wê name ji NY re were şandin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) were şandin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan dest pê kir. Wê name ji Neteweyên Yekbûyî re were şandin.

Li Efrîkaya Başûr jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komeleya Mafên Mirovan çalakiyek dabû destpêkirin. Ev çalakî di heman demê de ji bo piştgiriya çalakiya li Efrîkaya Başûr e.

Di çalakiya şandina nameyan de bang li niştecihên Swêdê hate kirin ku ji bo balkişandina rol û mîsyona Rêber Apo û ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoya aştî û azadiyê were destpêkirin nameyek ji Serokê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres û nameyek ji Komîserê Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachele re were şandin.

Ji bo tevlêbûna çalakiyê banga tevlêbûn û bihistyariyê hate kirin.