Li Nantesê protestoya komkujiyê
Li bajarê Nantes ê Fransayê komkujiya li Enqereyê bi meşeke ber bi Konsolosxaneya Tirk ve hat protestokirin. Esnafên Kurdistanî yên li bajêr jî derabeyên dikanên xwe danîn û tevlî meşê bûn.

Li bajarê Nantes ê Fransa, li ser banga Komeleya Elewiyan a Nantes û Navenda Civaka Kurd a Engîn Sîncer komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. Esnafên Tirkiyeyî, Kurd, Elewî, şoreşger û sosyalîst jî derabeyên dikanên xwe danîn û tevlî çalakiyê bûn. Karsazan li ser kargehên xwe yên girtî afîş Zû belavokên, “Êdî bes e” daliqandin.
Girseya ku li navenda bajêr kom bû, xwest ber bi Konsolosxaneya Tirk ve bimeşe. Konsolosxaneya Tirk, “ewlehiya hilbijartinan” kir hincet û ji polîsên Fransa daxwaz kir ku çalakî bê astengkirin. Polîsên Fransa li hember biryarbûna çalakvanan, pirên konsolosxaneyê rakirin û wisa pêşiya çalakvanan girtin. Girseyê li vir çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê heyetek ji rêveberên Navenda Çanda Elewiyan a Nantes, Navenda Civaka Kurdan a Engîn Sîncer û parêzvanên mafên mirovan ên Fransa, bi polîsan re çûn û destegulên reş danîn Konsolosxaneya Tirk.
Di nav piştgiriyên çalakiyê de Partiya Komunîst a Fransa, Partiya Partîzan û Şoreşger cih girtin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Dewleta qatil wê hesab bide” hatin gotin, pankartên komkujî şermezar dikirin hatin rakirin.