Li Nantes bi wesîleya meha Muharremê liqûm hatin belavkirin

Li bajarê Nantes ê Fransa bi wesîlya meha Muharremê bi tevlîbûna Pîr Riza Yagmûr di pêşengiya FEDA de danê êvarî liqûm hatin belavkirin.

Li bajarê Nantes ê Fransa bi wesîlya meha Muharremê bi tevlîbûna Pîr Riza Yagmûr di pêşengiya FEDA de danê êvarî liqûm hatin belavkirin. Gelek Elewî û dostên wan tevlî bûn.

Pîr Riza Yagmûr bal kişand ser girîngî û wateya meha Muharremê; diyar kir ku komkujiya Kerbela di roja me de jî didome û got ku komkujiya Enqereyê komkujiya herî dawî ya bi xwîn bû.

Yagmûr destnîşan kir ku zîhniyeta Emevîyan û Muaviye hê dewam dike û wiha axivî: “Di roja me de mafên Elewiyan û malên Cem ên cihên îbadeta Elewiyan hê negihiştiye statuya qanûnî; hê jî perwerde, fikir û perwerdeya akademîk a Elewiyan nayê kirin.”

Pîr Riza Yagmûr anî ziman ku ev meha Muharremê dîyarî canên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane kirine û got: “Em zilma vê desthilatdariya zalim dikarin di hilbijartina pêşiya me de bi çûna ser sindoqan asteng bikin.”

Paşê liqûm hatin belavkirin.