Li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî komkujiyê hêrs zêde dibe
Gel li hemberî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê derket kolanan. Bi hezaran kesên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê derketin kolanan komkujiyê şermezar dikin.
Gel li hemberî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê derket kolanan. Bi hezaran kesên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê derketin kolanan komkujiyê şermezar dikin.
Gel li hemberî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê derket kolanan. Bi hezaran kesên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê derketin kolanan komkujiyê şermezar dikin.
ENQERE
Bertekên li dijî komkujiya li Enqere her diçe zêde dibin. Welatiyên li Kolana Konur a Enqere hatin cem hev kolan girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî demek şunda polîsan bi bombeyên gazê êrîş li girseyê kir û girseyê ji bi berxwedana bersiv da.
Komeke din jî bi dirûşmeyên "Qatil AKP qatil Erdogan" ber bi Kolana Mîthatpaşa ve dest bi meşê kirin.
MÊRDÎN
Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Parka Karayollari ya Mêrdînê çalakiya rûniştinê li dar xist. HDP, DBP, rêxistinên sivîl û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Hûn dê di xwîna dirêjin de bixeniqin" hat vekirin. Gelek welatiyên çalakî dîtin tevlî çalakiyê bûn û dê çalakî heya seatên êvarî bidome.
Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya KESK, Genel Îş, rêxistinên HDP û DBP’ê qetliyama li Enqerê bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin. Daxuyanî li ber Parka Aşîtiyê pêk hat û nûner û endamên KESK, Genel Îş, rêveberên DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û bi sedan kes amade bûn. Girseyê bê navber sloganên ji bo şermezarkirina qetliyamê berzkirin û paçê reş hildan. Ji bo bîranîna aşîtîxwazên li Enqerê di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan deqîqeyek rêz hate girtin. Li ser navê girseyê Nûnerê Egîtîm Sen’ê yê Nisêbînê Kadrî Baysal daxuyanî xwend û diyar kir ku îro carek din li paytexta Tirkiyê Enqerê denge aşîtiyê qut kirin û darbeyek mezin li aşîtiyê dane. Baysal destnîşan kir ku bila ji hemû kesên di şer de israr dikin bibe înad dê ew di aşîtiyê bixwazin û got ku got ku ji bo vê yeke bi dehan canê wan div ê oxirê de jiyana xwe ji dest dan.
Baysal anî ziman ku ji bo desthilatdariya AKP û oxira şerê qesrê ev bû çar meh di şerê qirêj de bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin û got ku li Enqerê carek din xwestin denge aşîtiyê kêm bibe. Baysal bal kişadn ser qedexebûnên derketinên kolanan ên li Kurdîstanê û got ku bi van pêkanînên dij mirovane bajar û navçeyên wan anîne asta gola xwînê. Baysal da zanîn ku êdî dema ji pêkanîn û polîtîkayên şerê wan qirêj re bêjin na hatiye û got ku ew êrîşa nemerdî ya li hember aştîxwazan pêk hatiye şermezar dikin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan û berzkirina sloganan bi dawî bû.
AMED
Li Amedê jî HDP, DBP û KESK'ê komkujî şermezar kirin. Gelek kesên li ber AZC Plazê hatin cem hev û girseya li hemberî êrîşên li dijî Surê li Qada Deriyê Çiya disekînîn jî tevlî girseyê bû. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Terorîst AKP" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Ramazan Kaval diyar kir ku aştiya li paytextê Tirkiyeyê hatî bombekirin li paytextê Kurdistanê bi aştiyê bersiv dan. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Arîn Zumrut Karakoyun jî komkujiya Enqere şermezar kir.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Oner jî axivî û wiha got: "Çawa me li Kobanê li hemberî DAIŞ'ê têkoşîn kir em dê li hemberî kesên êrîşê li birataiy gelan dikin jî têkoşîna xwe bidomînin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat û piştî çalakiyê girse ber bi navçeya Surê ve meşiya. Li Deriyê Rihayê polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîş li girseyê kir.
Li herêmê sekna rageşî berdewam dike.
Kongreya Jinên Azad (KJA), MHD û Baroya Amedê jî bi heman armancê daxuyaniyên nivîskî dan.
MANÎSA
Platforma Aştî û Demokrasiyê ya Manîsayê ji bi heman armancê meş li dar xist. Sedan welatiyên li ber Şaxa Egîtîm Senê ya Manîsayê hatin cem hev bi pankarta "Em komkujiyan lenet dikin qatil na aştî dê qezenc bike" vekirin û ber bi Qada Manolya ve dest bi meşê kirin. Namzetên HDP û CHP'ê jî tevlî meşê bûn.
Li ser navê platformê Alî Oren axivî û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan biratiyê û aştiyê biparêzin û wiha got: "Em nizanin dê çawa vê êrîşê pênase bikin. Komkujiyan bi Roboskî dest pê kir. Bi Pirsûsê berdewam kirin. Îro li Enqere careke din kezeba me şewitandin."
Piştî daxuyaniyê navên Emîn Aydemîr, Resul Yanar û Nîzamettîn Bagişçilar ên ji navçeya Saruhanli ya Manîsayê çûn mitîngê û di teqînê de jiyana xwe ji dest dan xwendin.
Piştre çalakiya rûniştinê pêk hat.
RIHA
Platforma Demokrasî û Qedê ya Rihayê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya li ber Navenda Kargeha Ahmet Bahçivan pêk de pankarta "Ligel şerê qonaxê bi înad aştî" hat hilgirtin. Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan, KESK, İHD, Meclîsa Dayikên Aştiyê, HODER û bi sedan kes başderî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol xwend û got ku êdî Dewleta Tirkiyeyê bûye dewleta qetlîama.
'TEVÎ VAN QETLÎAMÊN WE EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN'
Ozbîngol qetlîamên Pirsûs û Amedê bibîrxist û wiha axivî: "Em baş zanin kiryarên van teqîna kînin. Ên aştîyê naxwazin û ên dixwazin şer bidome vê teqîna pêk anîn. Xwediyê van teqîna AKP û Erdogan e. Em dibêjin ku tu kes nikarê aştîyê asteng bikin. Ligel hemû van qetlîyamên we emê aştîyê bînin. Em bang raya giştî û hemû kesên demokrat dikin û bila li hemberî vî dîkdator û van qatilan bisekinin, bertek nîşanî wan bide û bi tindû şermezar bikin."
JI BO AŞTIYÊ BIPARÊZİN ÇÛBÛN
Parlamenter Îbrahîm Ayhan jî bi kurtasî axivî û got ku ên ên çûbûn Enqerê tenê ji bo parastina aştîyê bikin çûbûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hezar kes ji bo aştîyê pêk bînin berê xwe dabûn Enqerê, lê rastî terora dewletê hatin. Berpirsyarên vê qetlîmanê ên li Pirsûsê, Amedê û li herderê Kurdîstanê qetlîma pêk tînin e."
Daxuyanî çalakiya rûniştinê û bi dirûşmeyên "Qatil Erdogan" , "Polîs simîta bifroş bi rûmeta xwe bijîn" û "Kurdîstan dê ji nîjadperestan bibe goristan" bi dawî bû.
Li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk û Pirsûs jî bi heman armancê meş û daxuyanî hatin dayîn û bertek li dijî komkujiyê hat dahîn.
AYDIN
Hêzên ked û demokrasiyê yên Aydinê jî bi heman armancê meş li dar xistin. Bi sedan welatiyên li Kolana Sevgî Yolu hatin cem hev ber bi Bulavarê Adnan Menderes ve dest bi meşê kirin. Namzetê HDP'ê yê Aydinê Dogan Erbaş, Namzetê CHP'ê Mehmet Fatih Atay, rêveberên HDP'ê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. DI meşê de pankartên têkildarî komkujiyê de hatin vekirin û têkildarî mijarê de dirûşme hatin berzkirin.
DÎLOK
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî bi heman armancê li Parqa Kirkayak çalakî li dar xist. Ligel namzetên HDP'ê yên Dîlokê KESK, DÎSK, TTB, TMMOB, HDP, EMEP, ESP, SYKP, YSGP, ÎHD, ODP û Platfroma Yekîtiya Têkoşînê ya Dîlokê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Meşê heya Parqa Yeşîlsu bedewam kir. Di meşê de têkildarî komkujiyê de pankarat hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Dîlokê Mehmet Karayilan axivî û êrîşa li hemberî gel şermezar kirin.
Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Celal Dogan jî diyar kir ku ew destûrê nadin tu kes baweriya wan a aştiyê bişkêne.
SEMSÛR
Li Semsûrê jî bi sedan welatî li Sûka Astengdaran hatin cem hev û xwestin bimeşin. Lê polîsan destûr neda meşê û li ser vê yekê welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Rêveberê Egîtîm Senê Îmam Tumen daxuyanî da û wiha got: "Ligel hemû komkujiyan em dest ji şîara jiyana bi hev re bernadin. Bi israr aştî bi israr azadî û têkoşîn."
WAN
Li Wanê bi pêşengiya saziyên sivîl ên civakî û DBP, HDP'ê ji bo şermezarkirna komkujiya li Enqerê li hember 'Mîtînga Aştiyê' pêk hat meş hat lidarxistin. Bi hezaran welatî û endamên saziyên sivîl li ber Parqa FeqiyÊ Teyran hatin cem hev û pankarteke ku li ser "Hûn ê di xwîna ku hatiye rijandinden de bixeniqin" hat vekirin. Bi hezaran kes hêrsa xwe ya li hember komkujiyê bi dirûşmên "Kujer AKP" û "Şehîd namirin" nîşan dan û ber bi Kaşaxa 2'ê Avrêlê dest bi meşê kirin. Li vir Namzetê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim axivî û diyar kir ku ew kesên bi zimanê şîdetê diaxivin di heman demê de berpirsê komkujiyê ne.
Piştî axaftina Yildirim dema welatî belav dibûn polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşê welatiyan kir. Welatiyan jî di çarçoveya parastina cewherî de bi keviran bersiv dan polîsan.
Bi vekişîna polîsan bûyer bi dawî bûn û welatî bi dirûşman belav bûn.