Li Kerboranê xebatên hilbijartinan didomin
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di çarçoveya xebatên hilbijartinan de gundên Xelîla û û Werzike yên Kerborana Mêrdînê ziyaret kir.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di çarçoveya xebatên hilbijartinan de gundên Xelîla û û Werzike yên Kerborana Mêrdînê ziyaret kir.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê ku lez dane xebatên hilbijartina 1’ê Mijdarê li herêmê bi gel û esnafan re tên cem hev. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, rêveberên DBP-HDP’ê, dayikên aştiyê û gelek welatî di çarçoveya xebatên hilbijartinan de gundên Xelîla û Werzike yên Kerborana Mêrdînê ziyaret kirin.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Kerboranê Yasîn Tûran ê destpêkê dest bi axaftinê kir got ku HDP’a projeya aştiyê ya gelan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de benda ji sedî 10 hilweşand û hêviyên gelan neqlî meclîsê kir. Tûran diyar kir ku kesên encamên hibijartina 7’ê Hezîranê qebûl nekirin bi feraseteke mutleq a monarşî careke din biryara hilbijartinekê dane û di hilbijartina 1’ê Mijdarê de wê gel heman bersivê hê zêdetir bidin.
Paşê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim li meydana gund xîtabî gel kir û got: “Ev şerê qirêj ê AKP’ê daye destpêkirin ji bo şkandina rûmeta têkoşîna azadiyê û gelê Kurd e. Naxwe fêm kirine ku gelê Kurd gelekî bi rûmet e. Gelê me di 1’ê Mijdarê de wê bersiveke layiq bide Erdogan. Di 7’ê Hezîranê de eger gelê me şeqamek li AKP’ê dabe wê di 1’ê Mijdarê de bi tundiya kulmekê zîhniyeta Erdogan a DAIŞ’ê tine bike.”
Piştî axaftinan wekîla HDP’ê û heyeta li gel li dû govenda li gund ziyareta xwe bi dawî kirin.