Li Dusseldorf ji bo sê jinên şoreşger edalet hat xwestin
Ji bo sê jinên li Parîs hatibûn qetilkirin, li pêşiya Serkonsolosiya Fransa edalet hat xwestin.
ANF
DUSSELDORF
çarşem, 21 kewçêrê 2015, 14:40
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin, li pêşiya Serkonsolosiya Fransa edalet hat xwestin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanya ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Çalakiya ku di pêşengiya Buroya Aştiye ya Jinan CENÎ, Tevgera Jinên Dusseldorf TJK-E û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorf de pêk hat, Navenda Civaka Demokratîk a Bîlefelt jî cihê xwe tê de girt.
'BÊDENG NEMÎNE!'
Di çalakiyê de posterên Cansiz, Fîdan û Şaylemez û pankarta “Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate rakirin. Çalakiya ku belavokên Elmanî hatin belavkirin de bang li Fransayê hate kirin ku bila li hember înfazan bêdeng nemîne.