Li Dortmund û Essen gel li ser sindoqan bû
Li Dortmund û Essen bi hezaran kes li ser sindoqan bûn.
Li Dortmund û Essen bi hezaran kes li ser sindoqan bûn.
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê komîsyona hilbijartinê ya Meclîsên Jinan a TJK-E ava kirine û Navendên Civaka Demokratîk a Kurd bang li Kurdistaniyan kirin da ku biçin ser sindoqan, îro ji girseya çû ser sindoqan ji sedî 50 jinên Kurdistanî bûn.
Girseya li Dortmund û derdora bi otobus û trenan herikîn sindoqan.
Jinên Kurdistanî yên dengên xwe bikar anîn gotin: “Di serî de ji bo dilsoziya bi şehîdên Enqereyê re, em dengên xwe bidin HDP’ê. Li hember şerê qesrê yê Erdogan û faşîzma AKP’ê ku li hember gelê Kurd dimeşîne ji bo hilweşandina vê zîhniyeta qirêj dîsa dîsa aştî, her wiha pêwîst e jinên Kurd li rûmet û partiya xwe HDP’ê xwedî derkevin, bên ser sindoqan. Tevî mirin û hemû zextan em piştgiriyê didin partiya xwe HDP’ê.”
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê Medenî Ak jî, diyar kir ku hejmara Kurdistaniyên rojên destpêkê dengên xwe bikar anîn kêm bûn, lê ev du roj in tevlîbûn zêde bûye. Ak got, “Li hember komkujiyên li Kurdistanê divê em jî biçin ser sindoqan û bibin bersiv. Beyî li benda roja dawî bimînim ez bang dikim ku mutleq bên dengên xwe bikar bînin.”
ESSEN
Li bajarên Essen, Gelsenkirchen û Recklinghausen ên Elmanyayê piraniya wan jin welatî bi dehan wesayîtan bi konvoy çûn dengên xwe bikar bînin. Her wiha li Velbert û Marl jî di pêşengiya komeleyên Elewiyan de girse bi konvoy çû deng bikar bîne.