Kurdên li Rûsyayê: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li ser piyan bin!
Kurdên li Rûsyayê ragihandin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê li ser piya bin.
Kurdên li Rûsyayê ragihandin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê li ser piya bin.
Kurdên li herêmên cuda yên Rûsyayê, têkildarî îdîayên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Kurd li gundê Raslyaevka yê navçeya Dergaçî ya herêma Saratovê li hev civiyan û xwestin tecrîd tavilê bi dawî bibe. Bi navê Meclîsa Gel Îmam Bahadîn Aliyev axivî û bang li saziyên navneteweyî kir ku dest li rewşê werdin. Aliyev got, "Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê li ser piya bin.
Li bajarê Stavrapolê jî jin û zarokên Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan.
Di çalakiyê de hate xwestin ku tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin û bang li gel jî hate kirin ku rabe ser piyan.