KRXHKE: Em piştgiriyê didin xweseriya demokratîk, ji wezîfegirtinan şermezar dikin
KRXHKE, ji wezîfegirtina hevşaredarên Kurd şermezar kir.
KRXHKE, ji wezîfegirtina hevşaredarên Kurd şermezar kir.
KRXHKE, ji wezîfegirtina hevşaredarên Kurd şermezar kir.
Jean Claud Frecon Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropa (KRXHKE), civîneke çapemeniyê li dar xist. Frecon bal kişand ser ji wezîfegirtina bijartiyên li Bakurê Kurdistanê û di daxuyaniya xwe de got: "Em piştgiriyê didin xweseriya demokratîk.” Frecon anî ziman ku di serî de endama wan Hevşaredara Îpekyolû ya Wanê Aygul Bîdav ji wezîfegirtina hevşaredaran nayê qebûlkirin û şermezar dikin.
Frecon bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP li Bakurê Kurdistanê pêş dixe, diyar kir ku pirsgirêk bi girtin û wezîfegirtinan çareser nabe û wê pêşketinan bişopînin.
JI TIRKIYEYÊ RE HIŞYARÎ Û BANG
Frecon got: "Em kongre, mijara Tirkiye ji pêkhateya xwe ya pir navendî xelas bibe, veguhere rêveberiyeke xwecihî; mafên kêmaran bên naskirin, her kes bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne diparêzin.”
Frecon got ku wek KRXHKE Komkujiya Enqereyê şermezar dikin, ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin.
ROJEVA YEKEMÎN KOMKUJIYA ENQERE
Yekemîn rojeva rûniştina KRXHKEK a li Desteya Giştî ya Konseya Ewropayê Komkujiya Enqereyê bû. Di kongreyê de ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. KRXHKEK wê vê Çarşemê jî rapora têkildarî terorîzma çavkaniya xwe ji cîhadîstên radîkal digire amade bike.