Komkujiya Enqereyê li Lozanê bi qurnefîlan hat protestokirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê û bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê û bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin. Parlamenterê Konseya Federal a Partiya Sosyalîst Erîc Vorûz ê di çalakiyê de axivî got: “Eger welatên Ewropa berpirsyartiyên xwe anîbana cih komkujiya li Enqereyê pêk nedihat.”

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê û bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane di pêşengiya DEMKURD de li ber Dêra St. François çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de li gel Parlamenterê Konseya Federal a Partiya Sosyalîst Erîc Vorûz, Parlamenterê Solidarité Jean Michelle Dolivo, nûnerên Partiya Karkeran a Swîsre (POP), sendîkayên UNIA, SUD û gelek saziyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kêliya komkujiyê û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Dirûşma “Qatil Erdogan” hatin gotin. Di çalakiyê de ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ber wêneyên ku li dîwarên dêrê hatin daliqandin çalakvanan qurnefîl danîn û bi findên pêxistin ‘La Paix’ ango ‘Aştî’ nivîsandin.

Piştre ser navê DEM-KURD’ê Hanîfî Ceylan axivî û got ku li hember komkujiyan bersiva herî rast bilindkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ye. Ceylan destnîşan kir ku Erdogan ji ber hewesa desthilatiyê welat diajo nav aloziyê, diyar kir ku têkoşîna hemû beşên civakê wê karibe “dîktator” bisekinîne.

Parlamenterê Desteya Federal a SP Erîc Vorûz jî anî ziman ku wek Partiya Sosyalîst li gel Kurdan e, aşkera kir ku di komkujiyê de berpirsiyartiya welatên Ewropayê jî heye û wiha got: “Eger welatên Ewropa berpirsyartiyên xwe anîbana cih komkujiya li Enqereyê pêk nedihat.” Piştre Parlamenterê Solidarite Jean Mîchelle Dolîvo axivî, komkujî şermezar kir û diyar kir ku wê bi Kurdan re di nav piştevaniyekê de bin.

...