Kêfxweşiya zarokên Şengalî ya ji bo destpêkirina dibistanê

Li Şengalê, piştî berxwedana mezin hewldanên ji bo vegerandina jiyanê li mercên asayî, dewam dikin. Zarokên Şengalî, ji bo yekemcar bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, dest bi dersan kirin.

Li Şengalê, piştî berxwedana mezin hewldanên ji bo vegerandina jiyanê li mercên asayî, dewam dikin. Zarokên Şengalî, ji bo yekemcar bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, dest bi dersan kirin.

Li dû komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an, ku di encama destwerdana hêzên HPG û YPG'ê hat sekinandin, hewldanên ji bo vegerandina jiyanê li mercên asayî, dewam dikin. Zarokên Şengalî wê yekemcar li dibistanên ji çanda Êzidiyatî û zimanê dayikê, perwerdeyê bibînin.

Di encama xebatên perwerdeyê de, ku bi bi desteka Meclîsa Damezrîner a Êzidî û Rêveberiya Kantona Cizîrê hat amadekirin de, 900 zarokên Şengalî bi kêfxweşiyeke mezin dest bi perwerdeyê kirin.

Perwerde di 1'ê Cotmehê de li 8 dibistanan ji aliyê 20 mamosteyan ve hat destpêkirin.

Zarokên ji 6 heta 10 salî, di navbera saet 08:00 û 11:00 de diçin dibistanê.

Zarokên ji 10 heta 14 salî jî, saet di navbera 14:00 û 17:00 de perwerdeyê dibînin.