Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bişopînin Partiya Çep, Partiya Komunîst a Fransa, komeleyên li Marsîlya, Brotanya, France-Kurdistan, rojnamevan, endamên rêxistinên civaka sivîl ji Fransayê heyetan dişînin.
Heyetên ku di nav wan de bijartî jî hene ji bo ji roja Înê û şûn ve li bajarên cuda yên li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê biopînin wê bikevin rê roja Sêşem li Parîsê bi hemû delegasyonan re bên cem hev.
SOS Rasisme jî wê bi delegasyoneke ji 3 kesan li Mêrdînê be.
Komeleya Dostaniya bi Kurdan re Lyon –Isere bi delegasyoneke 5 kesan re wê li Dêrsimê hilbijartinan bişopîne.
Di delegasyona ji 7 kesan a wê ji Marsîlya biçe rojnamevan, bijartiyên Partiya Komunîst a Fransa û Partiya Çep hene. Wê delegasyon li Dîlokê hilbijartinan bişopîne.
France-Kurdistan bi delegasyoneke ji 18 kesan a di nav wan de rojnamevan, nivîskar û akademîsyen jî hene wê li Mêrdînê bin.
Komeleya Dostaniya bi Kurdan re Brotanya wê bi delegasyoneke ji 3 kesan li Stenbolê hilbijartinan dişopîne.
Heyeteke ji 6 kesan a ji bijartiyên Partiya Komunîst a Fransa wê li Semsûrê hilbijartinan bişopîne. Ji Toulouse dîsa heyeteke ji Partiya Çep û Partiya Komunîst a Fransa wê li Dîlokê hilbijartinan bişopîne.
Ji Partiya Çep heyeteke din jî wê li Stenbolê hilbijartinan bişopîne.