Di civîna hilbijartinê ya CÎK’ê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Erdogmuş got: “Ger li Rojhilata Navîn bi sekneke mînak, karîzmaya wan, efsûna wan hate xerakirin, divê em di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî efsûna wan xera bikin.”
ANF
HAGEN
yekşem, 4 kewçêrê 2015, 18:33
Di civîna hilbijartinê ya CÎK’ê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Erdogmuş got: “Ger li Rojhilata Navîn bi sekneke mînak, karîzmaya wan, efsûna wan hate xerakirin, divê em di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî efsûna wan xera bikin.”
Li bajarê Hagen ê Elmanyayê têkildarî mizgeftên girêdayî Civaka Îslamiya Kurdistanê, civîna hilbijartinê hate lidarxistin. Di civîna hilbijartinê ya CÎK’ê de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Erdogmuş got: “Ger li Rojhilata Navîn bi sekneke mînak, karîzmaya wan, efsûna wan hate xerakirin, divê em di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî efsûna wan xera bikin.”
Li bajarê Hagen ê Elmanyayê têkildarî mizgeftên girêdayî Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), li Navenda Giştî ya CÎK’ê civîna hilbijartinê hate lidarxistin. Di civîna ku moderatortiya wê Yadîn Atabey kir Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmuş û Serokê Giştî yê CÎK’ê, Hafiz Ahmet Tûrhalli wek axaftvan tevlî bûn.
Di civînê de destpêkê Melayê Mizgefta Bremen Şahîn Çagritekîn ku Qurana Kerîm xwend, Serokê Giştî yê CÎK’ê Ahmet Tûrhalli mafê axaftinê wergirt. Tûrhalli got: “Bi munasebeta hilbijartinên nêz dibin, pêwîst e em bi şev û roj bixebitin. Ji bo li hember mirovên me yên di kolanan de tên qetilkirin em bêdeng nemînin pêwîst e em jî di hilbijartinan de ji bo HDP’a alîgirê rastî, heq û aştiyê ye bixebitin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş wiha axivî: “Ger li Rojhilata Navîn bi sekneke mînak, karîzmaya wan, efsûna wan hate xerakirin, divê em di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî efsûna wan xera bikin.”