Ji bo hilbijartinan li Hollanda maseya krîzê hat avakirin
Li Hollanda dengdayîna ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê didomin. Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollanda maseya krîzê ava kir.

Maseya krîzê derfetên veguhastinê çêdike, çûna hilbijêran a li ser sindoqên hilbijartinê koordîne dike. Ji saetên sibehê heta saetên êvarî mirov dikarin bi rêya maseyên krîzê agahiyan werbigirin. Li gel vê ji bo pêwendiyan telefon jî hat amadekirin. Mirov dikarin bi rêya vê numaraya telefonê agahiyan bigirin: 0610002517
Li Hollandayê duh bi giştî 13952 kes li ser sindoqan bûn. Li Deventer 4458, li Rotterdam 6217, li Amsterdam 3275 kesî dengên xwe bikar anîn.
Dengdayîna ji duh ve destpê kir bi awayekî aram derbas dibe. Wezîfedarên sindoqan ên AKP’yî ku ji hilbijêran re gotin, ne pêwîst e devê zerfan bigirin bû sedema aloziyan. Duh li Rotterdam muşahîd dereng xistibûn hundir.
HDP jî ji bo hilbijêrên xwe li navnîşanên kombûnê wesayît amade kirine. Navnîşan û numarayên cihên kombûnê di broşurên HDP’ê de cih digirin.