Ji bo dengdayînê bang li hilbijêrên li Rojavayê Fransa hat kirin

HDP li Rojavayê Fransa xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Ji bo dengdayînê 5 roj mane. Bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikar bînin.

HDP li Rojavayê Fransa xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Ji bo dengdayînê 5 roj mane. Bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikar bînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê ji 8’ê Cotmehê ve li derveyî welêt dengdayîn didome.

Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê di serî de li Rennes, Nantes, Lorient, Set-Brieuc li giştî Rojavayê Fransa ji herêmên cuda bi 12 komîsyonên ku ji 60 kesan pêk tê xebatên xwe bi awayekî xurt didomîne.

‘RÊYA ROZGARIYA JI FAŞÎZMA ERDOGAN ÇÛNA SER SINDOQAN E’

Koordînasyona Hilbijartinê ya Rojavayê Fransa ya HDP’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca wan xwegihandina 2 hezar û 500 dengî ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em gihiştine hezar û 800 dengên ku me di hilbijartina 7’ê Hezîranê de xwe gihandibûyê. Armanca me; destpêkê 2 hezar û 500 deng in. Niha bi tempoyeke zêde em dixwazin van 5 rojên mane binirxînin.”

Koordînasyonê got: "Hilbijêr bêyî dem winda bikin divê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP’ê. Ji ber ku ji bo me dengek pir girîng e. Em dikarin bi vî awayî ji faşîzma AKP û Erdogan xelas bibin.”