BI DÎMEN

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê diyar kir ku li Metînayê 2 gerîla şehîd bûne û got: “Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Rewşen û Herekol de em bibin layiqê hemû hevrêyên xwe yên şehîd.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevreyên me Rewşen û Herekol di Adara 2024’an de li cihên cuda yên herêma Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêya me Rewşen ku nûnertiya kesayeta pak û zelal a gelê me yê Serhedê dike, bi kesayeta xwe ya berxwedêr û serhildêr hemû zehmetiyan ji holê rakir û bû milîtaneke Apoyî ku li ser xeta azadiya jinê dimeşe. Hevrêya me Rewşen di demeke ku di dîroka têkoşîna me de şer herî zêde geş bû, bi fedayî şer kir û bi helwesta xwe ya bi ruhê demê di têkoşîna azadiya gelê me de cihekî nayê jibîrkirin girt.

Hevreyê me Herekol ku bi hestên mezin ên mirovî xwe deyndarê gelê me dît, tevlîbûna nava refên gerîla weke erk dît û bi pratîka xwe xeta têkoşînê ya hemû ciwanên Kurd diyar kir. Hevreyê me ku bi awayekî zelal diyar kir li dijî êrîş û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me yekane cihê hesapxwestinê refên gerîla ne û ev yek di pratîkê de pêk anî, bû mînaka herî şenber a ciwanên Kurd ên bi bîr û felsefeya Apoyî mezin bûne.

Em sersaxî ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, bi taybet ji malbatên hêja yên hevreyên me Rewşen û Herekol re dixwazin ku li her qadê hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherandin çalakiyê û yekane xeyalên wan avakirina welat û jiyaneke azad bûn. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hevreyên xwe Rewşan û Herekol bikin sedema têkoşînê û di şexsê wan de layiqî hemû şehîdên xwe bin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rewşen Delîla

Nav û paşnav: Hanim Durmaz

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik û bav: Feyruze-Îsmet

Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2024’an / Metîna

 

Nasnav: Herekol Amed

Nav û paşnav: Emre Korkmazer

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav: Revzete – Mehmet Şah

Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2024’an / Metîna

REWŞEN DELÎLA

Hevrêya me Rewşan li navçeya Elbak a Wanê ji dayik bû ku bi hezaran zarokên xwe dane têkoşîna azadiyê û bûye sembola berxwedanê. Ji ber ku malbata wê welatparêz e, di temena xwe ya biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Ji ber ku li hember bûyerên civakî bi hestyar bû, ev yek bû sedem ku di temenekî biçûk de bikeve nava nakokiyan. Weke her ciwanekî Kurd ji bo ku ji asîmîlasyon û qirkirina çandî ya dewletê rizgar bibe, bû xwedî helwestekî lêpirsînê. Bi neçûna dibîstanan ku cihên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker e, helwesta xwe ya yekem a li dijî pergalê nîşan da. Di heman demê de bû xwedî zanîna ku mîsyona ku civaka desthilatdar daye jinê, ji koletiya modern ne cuda ye û vê ferasetê bi tu awayî qebûl nekir. Hevrêya me Rewşen ku di xwe de hêz ava kir û li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr têkoşiya, bi lêhûrbûnên xwe gihişt wê encamê ku di nava pergalê de azadî ne pêkan e. Hevrêya me ku gihişt vê qeneatê azadiya rast bi derketina derveyî pergalê dikare bê bidestxistin, ji bo vê yekê partiya me PKK ji nêz ve şopand û ji bo tevlîbûnê ket nava lêgerînan. Hevrêya me li hemberî lêhengtiya di pêvajoya operasyona şoreşgerî ya di sala 2012’an de li Zagrosê pêk hat de bê helwest nema, her çiqas xwest tevlî refên gerîla bibe jî, vê daxwazê xwe ancax karî di sala 2014’an de pêk bîne. Bi taybet ji bo li Kobanê bibe bersiva berxwedana dîrokî ya li hemberî çetayan û li hemberî konsepta tasfiyeyê ya dewleta Tirk têbikoşe, biyar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê ji gundê Aşkîta yê Elbakê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Rewşen ku ku di sala 2014’an de perwerdeya şervana nû li herêma Metînayê dît, bi çiyayên azad ên Kurdistanê bû re yek û bû şopdara xeyalên xwe. Ji jiyana kolektîf û komînal a gerîla bandor bû û kêfxweş bû ku di nava wê jiyanê de ye ku bi hesret bû. Hevrêya me ku ne dûrî gerîla û jiyana çiya bû, di demekî kurt de pêş ket. Bi ezîm û biryardariya têkoşînê timî di pratîkê de li pêş cih girt û xwest bibe xwedî helwesteke layiqî nasnameya jina azad. Hevrêya me ku di têkoşîna me ya azadiyê de hewl da nasnameya jina azad ku Rêbertiya me bi kedekî mezin afirand, têbigihe û di kesayeta xwe de temsîl bike, bi lêhûrbûnên xwe yên di jiyanê de û hewldana xwe ya pêşxistina xwe ya di aliyê teorîk de ji bo hevalên xwe bû mînak. Hevrêya me Rewşen li gel ku şervana nû bû xwest hemû hirgûliyên taktîkên şerê gerîla fêr bibe û li Akademiya Şehîd Mehmet Goyî tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me pêvajoya perwerdeyê ku hewldan û kedeke mezin dixwest, bi serkeftî temam kir û piştre bi cih girtina li yekîneyên xweser tevlî xebatên şoreşgerî bû.

Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî destkeftiyên gelê me yên li Rojava û Şengalê, komkujiyên çeteyan û firotina jinan a li bazaran, weke gerîlayekî jin hêrsa hevrêya me Rewşen a li hemberî çeteyan mezintir kir. Hevrêya me ku xwest li dijî çeteyan tevlî berxwedana li Rojava pêşket bibe, bi daxwaz û biryardariyekî mezin derbasî qada Rojava bû. Hevrêya me Rewşen ku di gelek pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyan de cih girt, bi qehremanî şer kir û derbên mezin li çeteyan xist. Bi girêdanbûna xwe ya şehîdan û baweriya xwe ya ku PKK partiya şehîdan e, tevlîbûneke xurtir nîşan da. Bi cesareta xwe ya di şer de hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih anî û di dilê hevrêyên xwe de cihekî nayê jibîrkin girt. Bi saya moral û helwesta xwe ya xurt zûtir gihişt hedefên xwe û di serkeftina li hemberî çeteyan de bû xwedî rol. Hevrêya me ku li qada Rojava jî perwerdeyên xwe îhmal nekir, bi lêhûrbûnên xwe taybetmendiyên mîlîtana Apoyî di xwe de afirand. Hevrêya me Rewşen tecrube û zanîna xwe ya teorîk ku li qada leşkerî bi dest xist, xist di bin xizmeta têkoşîna me û erkên xwe yên demê bi cih anî. Hevrêya me di nava Pêngava Berxwedana Serdemê de cih girt ku di sala 2018’an de di pêvajoya dagirkirina Efrînê de hat pêşxistin û bû yek ji bi hezaran lehengên ku li dijî konsepta îmhayê ya li ser gelê me yê welatparêz hatiye ferzkirin, xwe kir sîper. Hevrêya me Rewşen bû lehenga parastin û avakirina projeya konfederalîzma demokratîk ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de pêş ket û bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta jina azad û bi taybetmendiyên xwe yên civakî hurmeta gelê me û hevreyên xwe bi dest xist. Hevrêya me xwe ji bo her qadê ku dewleta Tirk xwest dagir bike pêşniyar kir, di gelek mevzîyên şer de cih girt û mîsyona xwe dîrokî bi cih anî. Hevrêya me Rewşen ku erka xwe ya li Rojava bi awayekî serketî bi cih anî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi salan dûr ketibû û hat Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêya me ku demekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiyên îdeolojî û leşkerî dît, ji bo di taktîkên şerê gerîla yê serdema nû de kûrtir bibe pêvajoyekî girîng ya lêhûrbûnê jiya. Piştre derbasî herêma Metînayê bû û tevlî xebatan bû. Hevrêya me Rewşen li dijî êrîşên tasfiyeyê yên dijmin ku ji sala 2021’an ve pêş xist, li gelek qadên Metînayê têkoşiya û di gelek çalakiyên derb li dijmin xistiye de cih girt. Bi çalakiyên xwe hêrsa xwe ya bi salan a li dijî dijmin veguherand serkeftinê. Hevrêya me Rewşen ku xwest li dijî operasyoneke artêşa Tirk a dagirker li Metînayê çalakî pêk bîne, di şer de birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û şehîd bû. Hevrêya me Rewşen hem bi nasnameya xwe ya YJA Starê û hem jî bi şervantiya heqîqetê, kesayeta milîtaniya fedayîya Apoyî di xwe de şênber kir û cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêya me Rewşen dewrî me kiriye, bi serkeftinê tacîdar bikin û diyar dikin ku em ê bîranên wan her tim bidin jiyîn.

HEREKOL AMED

Hevrêyê me Herekol li navçeya Farqîn a Amedê li nav malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi saya welatparêziya malbata xwe bi dilsoziya çand û kevneşopiya Kurd mezin bû. Hevrêyê me Herekol wekî her zarokekî Kurdistanê di temenekî biçûk de rastiya dijmin nas kir. Hevrêya me sîyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me di dibîstanên dijmin de dît û yekem berteka xwe ya li dijî dijmin di vê pêvajoyê de raber kir. Hevrêyê me ku van polîtîkayên dijmin qebûl nekir, di hundirê xwe de nerazîbûna xwe mezin kir. Hevrêyê me di ciwantiya xwe de ciwanên şoreşger ên welatparêz nas kir û wekî cihê ku herî baş xwe lê îfade bike dît. Hevrêyê me bi awayekî çalak tevlî xebatên ciwanan bû û her roj xwe zêdetir têgihiştî kir. Hevrêyê me di pêvajoya xebatan de firsend dît ku rastiya dijmin nêztir nas bike û hêrsa xwe mezintir kir. Bi taybet di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de komkujiyên ku di êrîşên dijmin ên li dijî gelê me yê li gelek qadan, bi taybetî li Amedê pêk hat de daxwaza têkoşîna hevrêya me Herekol a li dijî dijmin zêdetir pêş xist. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku divê weke ciwanekî Kurd hesab ji dijmin bipirse û ji bo vê jî lêgerîna xwe ya têkoşînê mezintir kir. Hevrêyê me ku pêşî tevlî berxwedana xwecihî ya Farqînê bû, li vir bû xwedî pratîkeke serkeftî. Zarokê leheng ê Amedê hevrê Herekol di wê baweriyê de bû ku ancax bi mezinkirina têkoşînê û weke şoreşgerekî profesyonel dikare bibe bersiva komkujiyên dijmin ên li dijî gelê me û zanî ev yek jî bi tevlîbûna refên gerîla pêkan e. Li ser vê bingehê hevrêyê me di sala 2015’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû ku weke erkeke wijdanî didît û gihişt armanca xwe ya herî mezin.

Hevrêyê me ku yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li Amedê dît, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me di encama perwerdeyê de xwe di aliyê îdeolojîk de pêş xist û bi lêhûrbûnên xwe tevlîbûna xwe ji bo partiya me PKK’ê xurtir kir ku weke tevgereke mirovahiyê didît. Hevrêyê me ji ber ku pratîka şer a tijî dît û di pêvajoyeke ku dijmin li dijî gelê me û Tevgera me konsepta tasfiyeyê xist dewrê de tevlî nava refên gerîla bû, bi cidiyeteke mezin nêzî perwerdeya leşkerî bû. Bi tevlîbûna xwe ya dilxwaz a di pêvajoya perwerdê de, bi kesayeta xwe ya gihîştî û bi dilsoziya xwe ya xurt a li hemberî PKK’ê bû milîtanekî Apoyî ku hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Herekol ku piştî pêvajoya perwerdeyê di qadên cuda de tevlî xebatan bû, di demeke ku êrîşên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn de, ji bo tevlî pêvajoya giran a şer bibe israr kir. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku divê ji bo vê yekê pêşî xwe di warê leşkerî de pêş bixe û li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên pisporiyê bû. Hevrêyê me Herekol di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya li projeya ji nûve sazkirina gerîla, gihiştina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk hedef kir û ji bo vê yekê kedeke mezin da. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de bi helwesta xwe radîkal derket pêş û bi hakimiyeta xwe teoriya leşkerî û teknîkê ji bo hemû hevrêyên xwe bû şoreşgerekî mînak.

Hevrêyê me Herekol ku perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir û bû gerîlayekî profesyonel, derbasî herêma Metînayê bû ku êrîşên giran ên dijmin hene. Hevrêyê me ku li vir firsend dît hêrsa xwe ya bi salan li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê, bi awayekî lez tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me Herekol bi saya helwesta xwe ya milîtanî ya li jiyanê bawerî da hemû hevrêyên xwe, di gelek xebatên girîng de cih girt û di van xebatan de serkeftina teqez hedef kir û bû layiqê baweriya hevrêyên xwe. Hevrêyê me di sala 2021’an de li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li Girê Zendurayê li her cihê ku lê bû kir cihê berxwedanê û xwest bibe bersiva berxwedana destanî ya hevrêyên xwe. Hevrêyê me Herekol li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Metînayê jî tim di nava çalakiyan de bû, bi enerjiya xwe ya bêsekin hevrêyên xwe jî xist tevgerê û erkên xwe yên demê bêyî kêmasî bi cih anî.

Hevrêyê me Herekol ku dema li herêma Metînayê bû her tim dilsozê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bû û bi vê bîrê tevlî xebatan bû, li gel temena xwe ya ciwan bi kesayeta xwe ya gihîştî û dilnizm di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Herekol dewrî me kiriye, di şexsê wî de ji bo bibin layiqî hemû şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”