Heyva Sor û CÎK’ê alîkariyên Cejna Qurbanê li Rojava û Şengalê belav kirin
Saziya Alîkariyên Mirovî Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi rasthatina Cejna Qurbanê alîkarî li welatiyên Rojava û Çiyayê Şengalê belav kirin.

Xelkên Kobanê, Hesekê, Girê Spî, Til Temir, Şengal û Wargehên Roj û Newroz ji ber alîkariyên dane wan malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê kirin.
Bi rasthatina Cejna Qurbanê Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê alîkariyên ku îsal ji aliyê Kurdên Ewropayê ve hatin berhevkirin, li herêmên Rojava û Çiyayê Şengalê bi rêya saziya mirovî ya Rojava Heyva Sor a Kurd belav kirin.
Bi vê armancê her du saziyan bi buhayê 360 hezar Euro ango nêzî 160 Mîlyon lîreyên Sûrî 2 hezar û 400 Qurban dan welatiyên Kantona Kobanê, Girê Spî, herêmên Hesekê, Til Temir, Çiyayê Şengalê û wargehên penaberan yên Roj û Newroz.
Ji danê sibê ve bi xebatkarên Saziya Heyva Sor a Kurd navend bi navend geriyan û alîkariyên Qurbanê li welatiyan belav kirin.
Heyva Sor û Cîvaka Îslamî ya Kurdistanê dema belavkirina Qurbanan cihêkarî nexistin nav welatiyên Kurd û Ereb.
Bi deh hezaran kesên ku ji alîkariyên qurbanê sûd wergirtin kêfxweşiya xwe anî ziman û malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê kirin.
Rêveberên Meclîsa Kurdên Êzidî li Çiyayê Şengalê jî dema wergirtina alîkariyan anîn ziman ku Heyva Sor a Kurdistanê ne cara yekemîn ku destê alîkariyê dirêjî wan dike û bi bîr xist ku ji destpêka dagirkirina Şengalê ve Heyva Sor hemû derfetên xwe ji wan bikar aniye.
Endamên Heyeta Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî ya Kurdistanê ku ji bo alîkariya qurbanan hatine Rojava diyar kirin ku ew ê di demên pêş de jî hewldanên xwe yên alîkariya ji bo Rojava û Şengalê dewam bikin.