Gora Dîrokî bi tinebûnê re rû bi rû ye
Gora dîrokî ya Selçûkiyan ku li navçeya Wan Erdîşê ye, ji ber bê xwedî maye, bû warê gencînegeran û bi tinebûnê re rû bi rû maye.
Gora dîrokî ya Selçûkiyan ku li navçeya Wan Erdîşê ye, ji ber bê xwedî maye, bû warê gencînegeran û bi tinebûnê re rû bi rû maye.
Li Taxa Eganîsê ya Navçeya Erdîşê, gora dîrokî ya Selçûkiyan ji ber bê xwedî maye bûye warê gencînegeran û bi tinebûnê re rû bi rû maye.
Goristana ku li taxa Eganîsê ya tenişta Gola Wanê hatiye sazkirin û ji serdema Selcûkiyan maye bûye warê gencinegeran. Goristan ji ber bê xwedî ye û dîrokî ye nêçîrvan û gencîneger li wir li xezînê digerin û hemû gorên li goristanê kolandine.
Gora ku li ser girekî hatiye avakirin terkî qedera xwe hatiye kirin. Goristana ku kevirên gorên wê ji lehîtên dirêj, çarqosî û prîzmayan pêk tê kevirên derî jî sê goşe, geometrîk û bi motîfên nebatî hatine neqişandin. Dîsa li ser wan nivîsên erebî hatine nivîsandin.
Ev goristana ku wekî sembola Erdîşê tê zanîn bê destûr tên vekirin û wêran dibe. Gelek kevirên gorên ku motîfên sewalan li ser heye û sîmgeyên dîrokî û nivîsa erebî hatiye nivîsandin hatine kişandin û zerar dîtine.
Hêjayî gotinê ye ku li hemberî vê wêrankirina warê dîrokî rayedarên navçeyê bê deng in. Ev yek dibe sedema nerazîbûnên welatiyên navçeyê.