Gerîlayê HPG’ê Alaca li Hollanda hat bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Alaca li bajarê Venlo yê Hollanda hat bîranîn. Hevserokê KONGRA GEL Kartal ê di bîranînê de axivî got, “Em ê layiqî şehîdên xwe bin.”

Li bajarê Venlo yê Hollanda gerîlayê HPG’ê Umît Alaca yê 19’ê Îlona 2015’an li navçeya Qaqizman a Qersê jiyana xwe ji dest dabû hat bîranîn.

Malbata Alaca, xizmên wan, welatiyên li Venlo û derdora wê dijîn tevlî bîranînê bûn.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ê di bîranînê de axivî, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û wiha axivî; “Eger Kurd îro siyaset dikin bi saya şehîdan e, şehîdên me rûmeta me ne.”

‘EM Ê TEQEZ AŞTÎ Û AZADIYÊ BÎNIN’

Kartal axaftina xwe wiha dewam kir, “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê aştî û azadiyê bi hev re bînin Kurdistanê. Bi Elewî û Suniyên wê bi Asûrî û Suryaniyên wê aştî û azadiya pêwîstiya gelên Kurdistan û Tirkiye pê heye em ê teqez bînin.”

Piştî axaftina Kartal malbatê taziye qebûl kir.