Dora: Em ê serketina 1’ê Mijdarê diyarî cangoriyên komkujiya Enqere bikin

HDP’ê li navçeya bawerî, civak û çandan Midyadê lez da xebatên xwe û buroya hilbijartinê bi beşdariya gelek kesan vekir. Di vekirina buroyê de Erol Dora diyar kir ku ew ê serketina vê hilbijartinê bikin diyarî cangoriyên Enqereyê bikin.

HDP’ê li navçeya bawerî, civak û çandan Midyadê lez da xebatên xwe û buroya hilbijartinê bi beşdariya gelek kesan vekir. Di vekirina buroyê de Erol Dora diyar kir ku ew ê serketina vê hilbijartinê bikin diyarî cangoriyên Enqereyê bikin û banga xwedîderketina HDP’ê li Midyadê kir. Mîthat Sancar jî got ku pêwîst e gelên Midyadê nehêle kes fitneyê bixe nav wan û xwedî li partiya gelan derkevin.

Rêxistinên HDP’ê yên Mêrdîn û Midyadê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 1’ê Mijdarê de lez dan xebatên xwe û dest bi vekirina buroyan kirin. Li navçeya Midyadê li Taxa Cumhuriyetê li ser Kolana Cumhuriyetê bi beşdariya gelek welatiyan buroya hilbijartinê hate vekirin. Di vekirina buroyê de parlamenter û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Mîthat Sancar, Alî Atalan, Erol Dora, endamên Meclîsa Partiyê yên HDP'ê Nazim Kok û Yuhana Aktaş, hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û Midyadê, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî amade bûn. Beriya vekirina buroyê axaftin hatin kirin.

Atalan diyar kir ku wê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di 1’ê Mijdarê de dersa dîrokî bidin şerxwaziya AKP’ê û Erdogan û got ku AKP dixwaze serketin û vîna gelê Kurd di Kurdistanê de bike qurbana şerê siyasî û leşkerî yê qesra Erdogan. Gulser Yildirim jî anî ziman ku wê gel destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bersiv bide êrîşên AKP û Erdogan ên li ser partiya wan û got ku wê di hilbijartinê de serketin a ol, civak, çand û gelan be.

‘EM Ê SERKETINA HILBIJARTINÊ DIYARÎ CANGORIYÊN ENQEREYÊ BIKIN’

Erol Dora jî destnîşan kir ku ew beriya her tiştî cangoriyên aştiyê yên li Enqereyê bibîr tînin û got ku ew ê serketina vê hilbijartinê bikin diyarî cangoriyên Enqereyê bikin û daxwaza wan a aştiyê pêk binin. Dora bang li gelê Midyadê kir û got ku armanca wan kesan ew e ku hemû nasnameyan û baweriyan ji hev parçe bikin û xwest ku gel destûrê nede êrîşên parçebûnê.

‘EM Ê LI SER RÊYA DAXWAZA ŞEHÎDÊN ENQEREYÊ BIMEŞIN’

Her dawî Mîthat Sancar axivî û anî ziman ku wan di 7’ê Hezîranê de serketina hemû civakê ku di nav hev de bijîn pêk anîne û wiha got: “Ew serketina hêvî û hezkirinê bû, lê hinekan ev serketin hezm nekir. Ew kes kî ne; tifaqek pir qirêj, şer, dizî, derewîn, li ser wan Serokkomar û qesra wî, li pişt wan ji mafyayê bigire û heta DAIŞ’ê hene. Ev tifaqa şer û qirêj li vî welatî azadî, aştî, demokrasî û jiyanê naxwazin. Ji ber serketina me tehemûl nekirin û hilbijartin nû kirin. Parlamento nedan xebitandin, şer derxistin, derewîn û tevdana xwe didomînin. Ew hê lîstikên xwe yên bi xwîn didomînin, lê em jî hê di rêya xwe de ne. Em ê li ser daxwaz û qîrînên hevalên me yên li Pirsûs û Enqerê hatin şehîdkirin bimeşin. Em hemû hêza xwe ji gelê xwe digirin. Heta ku hûn pêşiya me negirin ti kes nikare pêşiya me bigire. Em bi hemû hêz û biryariya xwe tevlî hilbijartinê bibin.”

Sancar destnîşan kir ku koalîsyonên qirêj ku wî navê wan vegot bi taybetî lêhûrbûna xwe dane ser Midyadê û got ku dixwazin bi plan û polîtîkayên xwe qirêj Midyadê qirêj bikin û gel û baweriyan ji hev qut bikin.

Piştî axaftinan dayikan û HDP’iyan bi hev re vekirina buroya hilbijartinê pêk anîn.