Di gora Tûtankhamûn de lêgerîna li mûmya Qralîçe Nefertîtî

Di gora firewnê Misirê Tûtankhamûn ê ku gelek lêkolîn li ser tên kirin, du deriyên veşartî hatin dîtin.

Di gora firewnê Misirê Tûtankhamûn ê ku gelek lêkolîn li ser tên kirin, du deriyên veşartî hatin dîtin. Tê texmînkirin ku berê deriyên veşartî li aliyê yek ji odeyên gora Qralîçe Nefertîtî lê ye.

Tevî ku der barê Qralîçe Nefertîtî de heta roja îro gelek lêkolîn hatine kirin jî, mûmya wê heta roja Îro nehatiye dîtin. Pisporê Şaristaniya Misirê arkeologê Îngilîz Nîcholas Reeves, ku ji bo dîtina gora Nefertîtî li ser gora Tûtankhamûn lêkolînan dike, ji xwe bawer e ku cihê dîtiye, gora Nefertîtî ye.

Reeves di wê baweriyê de ye ku du deriyên veşartî yên li gora Tûtankhamûn dîtine, berê wan li gora mûmya Nefertîtî ye.

Nefertîtî ku bi bedewiya xwe ya efsanewî tê zanîn, beriya zayînê di sedsala 14'an de roleek siyasdî û olî lîst.

Der barê xebatên li ser gora Nefertîtî ya hevsera firewnê Misirê Akhenaton de berî çend rojan daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku du deriyên veşartî yên li cihê gora Tûtankhamûn lê ye, dibe ku berê wan li odeyên cuda be û li odeyek ji van gora Nefertîtî tê de be.

Gora Tûtankhamûn ku ji hevsereke firewn Akhenaton a navê wê nayê zanîn e, di sala 1922'an de hatibû keşifkirin. Lê belê nehatibû texmînkirin ku li gora firewnê di 19 saliya xwe de mir, beşên cuda hebin.

Tê plankirin ku lêkolînên li ser mijarê heta meha Mijdarê bidomin.