Demîrtaş: AKP niha ji bo Tirkiye, gel û baweriyan tehlûkeya herî mezin e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş Dergeha Garîp Dede ziyaret kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş Dergeha Garîp Dede ziyaret kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş Dergeha Garîp Dede ziyaret kir. Demîrtaş di axaftina xwe ya dergehê de got ku AKP niha ji bo gelên Tirkiye û baweriyan tehlûkeya herî mezin e û diyar kir wek HDP bêyî ku cudakariyan bikin dixwazin hemû bawerî, ziman, ol û tarzê jiyanê bikeve bin garantriyê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de Komeleya Alimên Ehlibeyt ziyaret kir. Demîrtaş paşê Dergeha Garîp Dede ya li Kuçukçekmece ziyaret kir. Di ziyaretê de Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Alî Kenanoglû, Garo Paylan, Huda Kaya jî di nav de heyeteke li gel Demîrtaş amade bû. Heyet ji aliyê Serokê Desteya Rêveber a Dergehê Celal Firat û nûnerên Elewiyan hat pêşwazîkirin.
Piştî bixêrhatinê Serokê Desteya Rêveber a Dergehê Celal Firat axaftineke kurt kir.
Li dû axaftina Firat Demîrtaş diyar kir ku Elewî-Kizilbaş 12 rojan Şîna Muharremê digirin, dixwazin beyî êşa Kerbelayê ji bîr bikin bibîr bînin û dixwazin bê bîra wan.
Demîrtaş got ku li AKP li Tirkiyeyê ji bo gelan û baweriyan tehlûkeya herî mezin e. Demîrtaş bibîr xist ku AKP, li Kurdistanê malen cem û goristanan bomberdûman dike û wiha dewam kir: "Hurmeta wan ji baweriyan re nîne. Hurmeta wan ji goristanan re jî nîne. Goristan tên bombekirin û serokkomarê welêt derdikeve dibêje, ‘Me goristanên wan bi erdê re kirin ye, wê hê bidome.’ Vê wekî din kê dibêje hûn dizanin? Serokê DAIŞ’ê Bexdadî yê xwe xelîfe îlan kiriye."
Demîrtaş paşê bi Elewiyên li dergehê re bi dûaya luqmeyê ya Pîr Huseyîn Dogan xwend rojiya xwe vekir. Demîrtaş piştî vê serdanê bi heyeta pê re ber bi Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Besniyiyan ve ket rê.