Civîn û panelên HDP’ê yên li Elmanya didomin

Li bajarên cuda yên Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê didomin. Di civînên gel û panelan de terora dewletê ya li Bakurê Kurdistan hat şermezarkirin û berxwedana gel hat silavkirin.

Li bajarên cuda yên Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê didomin. Di civînên gel û panelan de terora dewletê ya li Bakurê Kurdistan hat şermezarkirin û berxwedana gel hat silavkirin. Di aktîvîteyan de hat diyarkirin ku dengên hilbijêrên li Ewropayê diyarker in û banga piştgiriya ji HDP’ê re hat kirin.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî tevlî civînê bû. Yildirim bal kişand ser konsepta şer a AKP’ê û diyar kir tevî komkujiyan jî gel berxwedanê pêş dixe û dorpêçan dişkîne.

Yildirim di dewama axaftina xwe de got, "1’ê Mijdarê wê çavekî Kurdistaniyan li Ewropayê jî be” û xwest teqez deng bên bikaranînin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê nûnerên Partiya Keskan a Elman û Partiya Komunîst a Elman tevlî panela hilbijartinê ya li Vîlla Leon bûn. Serokê Eyaletê yê Partiya Keskan a Herêma Bayern Eîke Hallîtzky got: "Em heta dawiyê piştgiriyê didin HDP’ê… Feraseta me ya demokrasiyê bi ya HDP’ê re yek e.”

Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr di panelê de axivî, behsa terora dewletê ya li Cizîrê kir.

Pîr bal kişand ku wê di 1’ê Mijdarê de mutleq serketinê bi dest bixin û got: “Em metoda xebatê ya Kemal Pîr bikin rehber. Eger pêwîstî bi 3 saetan hebe 3 saet, bi 300 saetî hebe 300 saetî em bixebitin û gelên Tirkiyeyê îqna bikin."

Panel bi dirûşm û govendê bi dawî bû

PFORZHEÎM

Li bajarê Elmanya Pforzheîmê, bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim civîneke gel hat lidarxistin. Civîn ji aliyê jinan ve hat organîzekirin û bi qasî 150 kes tevlî bûn. Yildirim di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên meşandin û destnîşan kir ku ti hêz nikare pêşî li doza rewa ya gelê Kurd bigire. Yildirim diyar kir ku mîna 7'ê Hezîranê di 1'ê Mijdarê de jî wê AKP winda bike.

MUHLACKER

Li Navenda Çanda Elewiyan a li bajarê Elmanya Muhlacker jî, bi tevlîbûna Parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker û Hevseroka NAV-DEM'ê Fatma Goksûngûr civîneke gel pêk hat.

Goksûngûr bal kişand ser komkujiyên Sêwas, Mereş, Çorûm û Gaziyê û got, "Ji bo careke din ev komkujî rû nedin, divê em HDP'ê hilbijêrin." Goksûngûr destnîşan kir ku Kurd yekane hêza li dijî DAIŞ'ê şer dike ye.

Parlamenter Oker jî peyama ji bo têkoşîna hevpar da û got, "Bi HDP'ê re em ê Tirkiyeyeke nû biafirînin." Oker terora dewletê ya li Cizîrê şermezar kir û anî ziman ku gel di nava şert û mercên zehmet de li ber xwe daye û serî netewandiye.

...