Malbatên gerîlayên HPG'ê Emrah Yilmaz (Avareş Colemêrg), Alî Bozan (Dijwar Herekol) û Hacî Alturk (Serdem Pîran) ên di pevçûna çoltera gundê Heştanê yê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyên wan wergirtin.
Li Şirnexê di pevçûna nêzî çoltera gundê Heştanê de gelek polîs hatibûn kuştin û 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî nasnameyên gerîlayan aşkera bû malbatên gerîlayên HPG'ê Emrah Yilmaz (Avareş Colemêrg), Alî Bozan (Dijwar Herekol) û Hacî Alturk (Serdem Pîran) ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe hatin Şirnexê û serî li rayedaran dan. Piştî karê otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bi dawî bû cenazeyên zarokên xwe wergirtin.
Malbatên 3 gerîlayan ji bo cenazeyan defin bikin ber bi bajarên ku jê lê bi dayik bûne ve derketin rê.
Hat ragihandin ku cenazeyê Yilmaz li Colemêrgê, Bozan li Sêrtê û Alturk jî li Qilabanê bên definkirin.
Otopsiya cenazeyên gerîlayên HPG'ê Nevzat Kanir (Întîkam Gabar) û Fatma Amara (Nalîn Avaşîn) bi dawî bûye û li morga nexweşxaneyê tê girtin.