Azadiya Demîrbaş hate xwestin
Di çalakiya ÎHD'ê ya ji bo girtiyên nexweş a Tîpa F de azadiya Abdullah Demîrbaş ê nexweşiya damar pê re ye hate xwestin.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê di çalakiya xwe ya Tîpa F a ku ji bo balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş cara 183'yemîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Em li girtîgehan mirinan naxwazin bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin" hatin vekirin û dirûşmên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" "tecrîd dikuje piştevanî dide jiyandin" hatin berzkirin.
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Demîrbaş û daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Aylîn Hacaloglu ve hate xwendin. Hacaloglu bilêv kir ku ew hewl didin ku bi salan e bi çalakiya xwe ve balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş. Hacaloglu bilêv kir ku Abdullah Demîrbaş ji 2011'an heta niha nexweş e "Herediter Derin Ven Trombozu" ye.
Hacaloglu derbirî ku heke ev nexweşî neyê kontrolkirin û xwîn bê nexweş dê jiyana xwe ji dest bideb Hacaolu da zanîn ku Demîrbaş bi nexweşiya xwe ve mijul dibû lê di meha tebaxê de careke din hatiye girtin û ev girtin siyasî ye û enca netehamulkirina li hemberî kurdane. Hacaloglu got ku ew ê bibin dengê hemû girtiyên nexweş û xwest Demîrbaş bê berdan.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.