BI DÎMEN

'Armanca me ne dewlemendiya şexsî, bicihanîna pêdiviyên civakî ye'

Wezîra Bazirganî û Aboriyê ya Kantona Cizîrê Kqîryo, got ku armanca wan ne dewlemendiya şexsî bicihanîna pêdiviyên civakî ye.

Wezîra Bazirganî û Aboriyê ya Kantona Cizîrê Kqîryo, got ku armanca wan ne dewlemendiya şexsî bicihanîna pêdiviyên civakî ye. Kqîryo ya bal kişand ser sedemên koçberiyê got: "Ji bo pêdiviyên rojane yên gel bên bicihanîn em di nav hewldanan de ne."

Wezîra Bazirganî û Aboriyê ya Kantona Cizîrê Sîham Kqîryo têkildarî pirsgirêkên aboriyê yên gel û bazirganiyê bersiv da pirsên ANF’ê…

Kqîryo der barê têkiliya di navbera aborî û jinê û modeleke çawa ya aboriyê de diyar kir ku jin wezîfeyên di nava xweseriya demokratîk de bi berpirsyartiyeke mezin hildigirin got: “Dîsa di vê pergalê de ji sedî 50 cihê we têde digirin… Di dema neolîtîkê de aborî di kontrola jinan de bû. Di nav qada jiyanê de jî ji aborê berpirsyar bû. Dîsa projeyên çandiniyê dikir û dihişt civak çerxa xwe ya aboriyê bizivirîne. Lewma bi derve ne girêdayî bû.  

Bêguman wê demê berhema zêde yan jî ji bo dewlemendiyê nedihat kirin. Armanca esasî bicihanîna pêdiviyan bû. Lê dema aborî ket destê zilam an jî desthilatdariyê ket rengekî cuda. Ket destê dewletê û ji bo yekdestdariya wê ket xizmeta pergala kapîtalîst. Modela aboriyê ya em di kantonan de dixwazin aboriya komunal e. Ne ji bo dewlemendiya şexsî aboriyeke ku ji bo bicihanîna pêdiviyên civakî û nabe yekdestdar e. Lewma em piştgiriyê nadin modela aboriya kapîtalîst.

SEDEMA KOÇBERIYÊ

Kqîryo li ser gotinên hin derdorên ku sedema koçberiya ji Rojava rêveberiya xweseriya demokratîk sûcdar dikin got, “Ez li hember nêrîna ku tê gotin rêveberiya xweseriya demokratîk sedema koçberiyê ye me. Ji ber berê jî sedemên koçberiyê hebûn. Bi taybet dema DAIŞ’ê hin deverên Hesekê û bajarên cuda yên Sûriyeyê bi dest xist, fîlmên ku hovîtiya DAIŞ’ê têde hatin weşandin, mirinên rû dan, tecawiz, tirsa hat afirandin sedemên vê ne. Sedemên din jî zehmetiyên jiyanê ne. Dîsa rewşa kantona Rojava li gor rewşa Sûriyeyê baş e. Em di nav hewldanan de ne ku pêdiviyên gel bi cih bînin. Sedema ku buhayê hin pêdiviyan zêde ye jî ev e ku lîreyê Sûriyeyê li hember dolar nirx winda kir. Em dîsa rewşeke şer dijîn. Tevî em qebûl nakin jî ev rewş li her qada şer lê heye rû dide. Ji ber şer bi xwe re birçîbûn û mirinan tîne. Dîsa ev rewş yek ji encama polîtîkayên ambargoya dewletên cîran in. Sedemeke din jî ev e ku gel ji xwe re li welatên Ewropa yên derfetên baş û rehet lê ne digeriya. Vî şerî ev derfet da wan. Dîsa dewletan deriyên xwe vekirin û ev teşwîq kirin. Bi qurtasî dema derfetên koçberiyê hatin vekirin koçê destpê kir. Sedema esasî ev e.

BANGA LI KARSAZAN

Wezîra Bazirganî û Aboriyê ya Kantona Cizîrê Sîham Kqîryo diyar kir, ku ji bo tedarikkirina pêwîstiyên jiyanî (bi taybetî elektrîk û av), weke rêveberiya xweser ew gelekî xebitîne û anî ziman ku li gorî salên destpêkê yên şoreşê, ji aliyê santralên elektrîkê û depoyên avê ve ew di rewşeke baş de ne û piraniya van pirsgirêkan çareser kirine.

Kqîryo da xuyakirin ku ewlekariya kantonê ji ber çêtir û xurttir e û ev bang li karsazên li welêt û li derveyî welêt kir: "Bila bi projeyên xwe re alîkariyê bidin me û em bi hev re wan bixin meriyetê. Em van li wezaretê qeyd dikin. Ev ji bo teşwîqkirina karsazan e. Herî dawî jî; bila kes netirs e. Kantona Cizîrê ji bo razemeniyan di rewşeke erênî de ye. Ji bo çerxa me ya aboriyê bigere, girîng e karsaz dest bi razemeniyan bikin."

'BI SAYA PROJEYAN WÊ XIZANÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'

Kqîryo bibîr xist ku piştî şoreşê, ji bo afirandina aboriya civakî bi dehan komun bûn yek û got, "Ji bo geşkirina xebatêna boriyê konferansa xwe ya destpêkê pêk anîn. Her wiha gelek karsaz û ekonomîst li hev bûn. Di konferansa dawî ya aboriyê de biryarên gelekî girîng hatin wergirtin. Em hêvîdar in ku wê bi van projeyan re xizaniya di nava gelê me de ji holê bê rakirin."

BAZIRGANIYA BER BI DERVE VE

Kqîryo di dewama axaftina xwe de ragihand, ku Sûriye ji aliyê çandinî û sewalkariyê ve herêmeke dewlemend e û got, "Em heywanên xwedî dikin yan jî heywanên dikarin ji goştê wan sûdê werbigirin, dem bi dem dişînin derve. Em, hewyanên gihîştine naşînin derve. Mînak; em ti ji heywanên mê naşînin derve û şandina wan a derve qedexe ye. Her wiha heywanên ji Sûriyeyê tên bi awayekî transît derbasî herêma me dibin. Eger em neşînin, wê bi rêyên cuda derbas bibin. Di mijara firotina zebze û fêkiyan de jî, li gorî plansaziyekê bazirganî tê kirin."

'BAZIRGANIYA BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ZEHMET E'

Li ser têkiliyên bazirganiya bi Başûrê Kurdistanê re Kqîryo got, "Di vê mijarê de hînê gelek pirsgirêk û astengî derdikevin pêşiya me. Bi zor û zehmetiyek mezin em di ser Deriyê Sînor ê Sêmalka re hin karên bazirganiyê dimeşînin. Ji aliyê me ve ti pirsgirêk nîne, lê belê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve astengî derdikeve pêşiya xebatên bazirganên li vê derê. Deriyê Sînor ji bo tedarikkirina hin pêwîstiyên wan, vebû. Ji xwe em di nava ambargoya Sûriye û dewletên cîran de ne."