15. Desteya Giştî ya KNK’ê destpê kir - HAT NÛKIRIN
15. Desteya Giştî ya KNK’ê li Brukselê destpê kir. Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade û Nîlufer Koç gotin ku pêwîst e yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê.
15. Desteya Giştî ya KNK’ê li Brukselê destpê kir. Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade û Nîlufer Koç gotin ku pêwîst e yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê.
15. Desteya Giştî ya KNK’ê li Brukselê bi tevlîbûna sedan endaman destpê kir. Di desteyê di serî de ji Kurdistanê ji gelek navendên cîhanê 44 partiyên endamên KNK’ê jî di nav de bi sedan endam, partiyên çavdêr, rêxistin, nûnerên saziyan û mêvan amade bûn.
Endamê Konseya KNK’ê Zubeyir Aydar ku axaftina destpê kir, Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade û Nîlufer Koç jî beşdar silav kirin. YNK û Goran jî di nav de partî û rêxistinên ne endamên KNK’ê jî ku tevlî desteyê bûn, PDK tevlî hatibû dawetkirin jî ku tevlî nebû bal kişand.
Di Desteya Giştî de 4 zarayên Kurdî ku hat bikaranîn, heyetek li ser navê kantonên Rojava jî amade bû.
Desteya Giştî wê 27’ê Îlonê bi dawî bibe. Di desteya ku wê 3 ojan bidome, wê hevserok, konseya rêveber û dîwana mezin ji nû ve bê hilbijartin. Di desteya îsal de wê “desteya dîwana navber” a ji 50 kesan bê avakirin. Di duyemîn û sêyemîn rojên desteyê de wê raporên xebatan bên xwendin. Axaftinên endaman bên guhdarkirin, rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd bên axaftin û deste bi hilbijartinê wê bi dawî bibe.
AYDAR: KNK’E NAVENDA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE
Aydar kesên tevlî desteyê bûne silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li vir tenê Kurd tine ne. Tevahî nûnerên gelan ên li Kurdistanê dijîn hene. 3 Suryanî, partiyek Ereban endamên KNK’ê ne, ev jî nîşaneye gotina me ye.” Piştî axaftina Aydar dîwan hate hilbijartin.
KEMALÎZADE: EM JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ ROLÊ DILÎZIN
Kemalîzade diyar kir ku KNK’e ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan roleke girîng dilîze. Kemalîzade destnîşan kir ku wekî KNK’e hata niha di qada neteweyî û ya navneteweyî de ji bo azadiya Kurdan xebatên mezin meşandine.
Piştre Koç mafê axaftinê wergirt û der bir ku KNK’e malbata herî mezin a Kurdan e û wiha berdewam kir: “Îro Cejna Qurbanê ye. Di rojek wiha de ji ber me Desteya Giştî ya KNK’ê kom kir, em lêborîna xwe dixwazin. Lê, malbata me ya herî mezin KNK’e ye. Dema Kurd tên gel hev, jixwe ji bo me cejn e.”
KOÇ: DIVÊ ROJAVA MAYINDE BIMÎNE, PIŞTGIRIYA BAKUR BÊ KIRIN, LI ROJHILAT TÊKOŞÎN BILINDTIR BIBE
Koç bi bîr xist ku li Kurdistanê pêşveçûnên pir cîdî hene û wiha axivî:
“Îro li Kurdistanê pêşveçûnên girîng hene. Li Rojava desketiyên mezin hene. Ji ber îro li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan firsendeke mîna zêr bi dest ketiye. Pêwîst e em vê baş binirxînin. Divê em karibin li hember şehîdên me yên her roj xwînê dirijînin bibin bersiv.”