YPJ'ê 2 jin û zarokeke Êzidî rizgar kir

YPJ'ê 2 jin û zarokeke Êzidî ji çeteyan rizgar kir.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku zarokek û 2 jinên Êzidî rizgar kirine.

Li gorî daxuyaniyê jinên hatin rizgarkirin Ezîze Xalid Elî (25) û Tewaf Dawud Çeto (24) ne ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû revandin. Hate ragihandin ku Xunav jî li kampa Holê hate rizgarkirin ku dema hatibû revandin 2 mehî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Ezîze Xalid li Kampa Holê hate rizgarkirin, Tewaf Çeto jî li ser sînorê Sûriye-Iraqê dema hewl dida xwe rizgar bike, hatiye rizgarkirin. Her wiha hate ragihandin ku zaroka Êzidî Xunav jî li gel Ezîze Xalid mezin bû û li gel herdu jinên Êzidî hate rizgarkirin.

Berpirsa Mekteba Têkiliyan a YPJ'ê Lena Hisên û berdevka ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal jinên Êzidî pêşwazî kirin û rizgarkirina wan li tevahî jinan pîroz kir.

Lena Hisên got: "Yekîneyên me ji sala 2014'an heta roja îro bi sedan jinên êzidî rizgar kirin. Bê guman wek YPJ me parastina Şengalê û rizgarkirina jinên êzidî wek erka xwe ya sereke dît û bi salan e ji bo em xwe bigihînin jinên Êzidî yên çarenûsa wan nediyar, em bi hesasiyeteke mezin kar û xebatê didin meşandin."

Rûken Cemal jî rizgarkirina zaroka êzidî û her du jinan pîroz kir û got di salvegera komkujiya Şengalê de xilaskirina jinên Êzidî ji bo wan serfirazî û tolhildana herî mezin a ji DAÎŞ'ê ye.