Yewnanistan wê 18 balafirên şer ji Fransayê bikire

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, di demekê de ku aloziya bi Tirkiyeyê re di asteke bilind de ye, ragihand ku wê 18 balafirên şer ên bi tîpa Rafale ji Fransayê bikirin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 18 balafirên şer ên Rafale yên Fransayê û ji bo hêzên deryayî jî 4 helîkopteran bikirin.

Serokwezîr her wiha diyar kir ku wê 15 hezar leşkerên din li nava artêşê zêde bikin û hîn bêhtir endustriya parastinê fînanse bikin.

Mîçotakîs got, "Dem hatiye ku em hêzên xwe yên çekdar xurt bikin. Ev yek bernameyeke girîng e ku wê mertala neteweyî biafirîne." Mîçotakîs her wiha îdîa kir ku ev plan wê bi hezaran qadên kar jî biafirîne.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly jî bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û kêfxweşiya xwe ya ji ber firotina balafirên şer anî ziman.