Yewnanîstan bi greveke nû felc bû

Li Yewnanîstanê bi banga sendîkayên sektorên taybet û gihandina giştî, li dijî pêşnûmeya yasaya têkilî bazara kar ji bo 24 saetan grev hate kirin.

Hikûmeta muxafezekar a Kyrîakos Mîçotakîst bi îdîaya geşkirina aboriyê dixwaze pêşnûmeyeke yasayê ya bi hedefa bazar kar bi cih bîne.

Hikûmeta rastgir ku Tîrmehê hatî ser kar ev cara duyan dibe sedema grevan.

Ji ber grevê keştî li lehgergehan man, çûnûhatina keştiyan di navbeyna deryaya Ege û Iyonyayê de rawestiya. Her wiha li paytext Atînayê ji ber greva xebatkarên metroyê trafîk felc bû. Berê sibehê xebatkarên otobûs û tramvayan jî kar sekinandin. Sendîkayan van sektoran xwestin ku peymana giştî were îmzekirin.

Bi banga Poesy, Federasyona Nûçegihanan nûçegihanî 24 seatan rawestiya. Her wiha sektora bankayê jî kete grevê, banka nehatin vekirin. Rêya trênê jî kete ber bandora grevê. Girêdana trênê ya di navbeyna Atîna û balafireha navnetewî Eleftherîos Venîzelos heta 03.00'yan a Pêrşemê qut bû.

Konfederasyona Xebatkarên Sektora Taybet Gses bi armanca şermezakirina rakirina peymanên giştî û desteserkirina sendîkayan heta bi paytextê meşiyan.

Sendîka yasayeke ku Tebaxê li parlamentoyê hatî pejirandin şermezar dikin, yasaya navborî di sektora taybet avêtint ji kar hêsan dike.

Konfederasyona Xebatkarên Sektora Camerweriyê Adedy jî bang kir ku Çarşemê nîvro kar were rawestandin. Sendîkayê Sêşemê jî nexweşxane, dibistan û dadgeh felc kiribûn û nêzî 7 hezar mirov derketibûn kolanan.