Yekîtiya Ewropa xwe nade ber çareseriya drama li Lesbosê

Yekîtiya Ewropa, ji bo dawîanîna li drama 13 hezar penaberên li girava Lesbosê ya Yewnanistanê çareseriyeke hevpar nabîne. Polîsên Yewnan jî bi ava şid û gavê êriş birin ser penaberan ên ji bo derketina ji giravê xwepêşandan kirin.

Kampa Marîo ya li girava Lesbosê mezintirîn kampa penaberan a li Yewnanistanê bû. Li kampa ku kapasîteya xwe 3 hezar kes bû, derdora 13 hezar penaber diman. Şert û mercên giran ên li kampê dema dawî bi vîrûsa koronayê re girantir bûn. Şeva Çarşemê şewat li kampê derket û mal û konên li kampê hemû şewitîn.

Bi şewatê re bi hezaran penaberên ku malbatên bi zarok jî di nava wan de hene, li kolanan, li parkan û li kêleka rê man. Hikumeta Yewnan bi bahaneya şewbê qedexe kirin ku penaber ji kampê derkevin û doh li giravê dest bi çêkirina kampeke nû kir. Lê belê penaber dibêjin ku kampa nû jî wê ji ya berê ne cudatir be, lewma dixwazin ku rêwîtiya wan a penaberiyê ya nîvco maye temam bikin û dixwazin destûr bê dayin ku ji kampê derkevin.

Penaberan bi dirûşma 'Azadî xwepêşandanek li dar xistin, lê belê polîsên Yewnan bi tundî dest li wan werdan. Polîsan bi gazê û ava şid bendên penaberan belav kirin. Piştî ku wêne û dîmenên ji êrişa polîsan a li dijî penaberan li ajansên nûçeyan ên navneteweyî hatin weşandin, gelek saziyên civakî yên sivîl hikumeta Atînayê şermezar kirin.

WELATÊN KU PENABERAN NAXWAZIN PÊŞNIYARA KAMPEKE NÛ KIRIN

Welatên Yekîtiya Ewropayê jî xwe nadin ber çareseriyeke hevpar a ji bo drama penaberan. Ji bo penaber li welatên Yekîtiya Ewropayê bên qebûlkirin, hefteya derbasbûyî bi taybetî li Elmanya, Fransa û Swîsreyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Piştî vê zexta raya giştî biryarek hate wergirtin û tenê zarokên kêmî 18 salî yên bi tenê bên wergirtin.

Hin welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û Swîsreyê ragihandin ku wê 400 zarokî qebûl bikin. Li gorî agahiyan beşeke girîng a van zarokan wê biçin Elmanya û Fransayê. Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku qebûlkirina zarokan gava destpêkê ye û ew li ser wê yekê dixebitin ku malbatên bi zarok in jî bên qebûlkirin.

Li pêşberî vê hewldana welatên li rojavayê Ewropayê, hin welatên li rojhilatê Ewropayê jî li şûna qebûlkirina penaberan pêşniyar kirin ku kampeke nû li giravê ji bo penaberan bê avakirin. Rayedarên Polonya, Çekya, Slovakya û Macaristanê bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kyrîakos Mîtsotatîs re axivîn û jê re ragihandin ku ji bo avakirina kampeke nû ew amade ne bibin alîkar. Serokweîrê Polonyayê Mateûsz Morawîeckî diyar kir ku 150 malên li kampa nû bên bicihkirin niha amade ne û ji bo ber bi Yewnanistanê ve bên şandin tên rawestandin.