Yekîtiya Efrîkayê plana Trûmp a Rojhilata Navîn red kir

Rêveberên Yekîtiya Efrîkayê plana Serokê DYE Donald Trûmp a têkildarî pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê red kir.

Serokê nû yê Yekîtiya Efrîka û heman demê Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa plana Emerîka şiband rejîma Apartheîd.

Ramaphosa wiha got; “Ev ji min re dîroka tirsnak a ku me li Efrîkaya Başûr jiyan kirî bi bîr xist”.. Ramaphosa serokatiya demê ya Efrîkaaya Başûr îro ji Serok Dewletê Misrê Abdûl Fetah El Sîsî dewr girt.

El Sîsî di vekirina civîna li Addîs Abebayê de axivî û got; “Doza Filistînê wê her tim di ruh û dilê gelên Efrîkayê de be.”

Serokê Komîsyona Yekîtiya Efîkayê Mûsa Fakî diyar kir ku ev proje carek din binpêkirina birya Yekîtya Efrîka û Netewên YekbûYî ye. Fakî got ku plan bêyî şêwra navnetewî hatiye amadekirin.

Serokê DYE Trûmp plana “aşitî” ya Rojhilata Navîn roja 28’ê Çileyê eşkere kiribû. Di vê plana wê desthilatdariya koloniyên Îsraîl a Rojhilatê Şerîayê tê naskirin, ji bo avakriina dewleta Filistîn ku hatiye parçe kirin 4 salan muzakere pêşkêş dike. Dîsa li gorî planê Qudis yekane wê weke paytexta Îsraîlê bê naskirin. Filistînî jî Qudis a Rojhilat dixwazin weke paytext binasin.

Di 'Plana Aştiyê' ya Trûmp de Qûds weke 'Paytexta parçenebûyî ya Îsraîlê' tê pênasekirin. Ji bo paytexta Filistînê jî rojhilatê Qûdsê tê pêşkêşkirin. Lê belê herêma ku weke paytexta Filistînê tê pêşkêşkirin tenê Abû Dîs e ku li rojhilatê bajêr e.

Li gorî planê, xaka dewleta Filistînê wê bi du qatan ji ya heyî zêdetir be, lê belê Geliyê Urdunê yê li Şerîa Rojava ku gelek qadên çandiniyê lê ye ji Îsraîlê re tê hiştin. Her wiha wargehên niha ji bo Îsraîliyan hatine amadekirin wê di kontrola Îsraîlê de bimînin. Penaberên Filistînî yên ji warê xwe hatine kirin jî wê nikaribin vegerin Îsraîlê û li şûna wê vegerin nava sînorê dewleta Filistînê ya nû bê avakirin.

Li gorî plana Trûmp, dewleta Filistînê wê nebe xwedî artêşa xwe û Hamas a ku niha Şerîda Gazzeyê kontrol dike wê bê bêçekkirin.

Yekîtiya Ereban jî  nerazîbûn nîşanî plana Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser Rojhilata Navîn da û diyar kiribû ku ev yek binpêkirina mafên rewa yê Filistîniyan e û “neqehiya” li Filistîniyan hatiye kirin. Yekîtiya Ereb an wiha jî gotibû “plan weke binpêkirina mafên rewa yên Filistîniyan tê dîtin."