YE’yê nerazîbûn nîşanî gotinên Îsraîliyê ku sûcê şer teşwîq dike, da

Yekîtiya Ewropayê (YE) nerazîbûn nîşanî gotinên Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvir ê ku sûcên şer ên li dijî Fîlîstîniyan teşwîq dike, da.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya YE’yê Josep Borrel Fontelles daxuyaniyên Wezîrê rastgirê tund ê Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Givir ên ku “sûcên şer teşwîq dike” bi tundî şermezar kir û diyar kir ku dibe evane bi pêkanînan bên cezakirin.

Borrel got: “Hemû cîhan ji bo Xezeyê banga agirbestê dike, lê di demek wiha de Wezîr Ben Gvir bang dike ku alîkariyên ji bo sivîlan bên qutkirin. Mîna daxuyaniyên neqenc ên Wezîr Smotrich, ev jî tê wateya teşwîqkirina sûcên şer. Divê pêkanîn di rojeva YE’yê de bin.”

Roja Yekşemê Itamar Ben-Gvir daxuyaniyek da radyoyek Îsraîlê û fikrê agirbesta bi Hamasê re şermezar kir û ragihand ku ev yek tê wateya teslîbûma tevgera Fîlîstînê. Piştre banga ji bo qutkirina alîkariyên mirovî yên li Xezeyê, dubare kir.

Itamar Ben-Gvir li ser hesaba xwe ya X’ê ev bang kir: “Bila Xeze bi temamî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve were dagirkirin.”

Ben-Gvir ev tişt jî nivîsand: “Divê em teşwîqê koçberiyê bikin û ji bo ku em xaka Xezeyê heta dawiyê di destê xwe de bihêlin, divê em dagir bikin.”

Beriya hefteyekê Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ragihand ku tiştekî “rewa û exlaqî” ye ku Îsraîl 2 milyon Fîlîtîniyan mehkûmê birçîtiyê dike. Ev gotin ji aliyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk ve bi tundî hatibûn rexnekirin.