YE’yê ji ber çalakiyên li Behra Spî Tirkiye şermezar kir

Yekîtiya Ewropayê bi mebesta hevgirtina bi Yewnanîstanê û Qibrisê, ji ber ‘çalakiyên îllegal’ yên Tirkiyê, yên li Egeyê û Behra spî bi zimanekî tuund şermezar kir.

Li gorî AFP’ê di encamnameya Yekîtiya Ewropayê (YE) de li dijî Tirkiyê şermezarkirineke tund derket holê. Di encamnameyê de hate gotin, ‘’Konseya Ewropayê çalakiyên îllegal ên Tirkiyê yên li Behra Spî û Egeyê bi rengekî xurt şermezar dike, bi rengekî vekirî diyar dike ku ew li cem Yewnanîstanê û Qibrisê ne.’’

Ev helwest di demeke wiha de diyar bû di navbeyna Enqerê û Qibrisê de ji ber xebatên derxistina gazê ya li rojhilatê Qibrisê û rehîngirtina welatiyên YE’yê ya ji hêla Tirkiyê ve pêk hat.

Rageşiya di navbeyna Tirkiyê û Qibris û Yewnanîstanê de bi sedemên siyasî û aborî tê vegotin. Li Behra Spî û derdora wê kanên dewlemend ên gazê hene. Ev herêm ji hêla Yewnanîstan, Misir û Qibrisê ve, bi peymanekê têne xebitandin. Enqere ya ku bakurê Qibrisê dagir kiriye ji ber vê rewşê ne razî ye.

Tirkiye van demên dawî li herêmê gelek tevgerên provaktîf dike. Bi keştiyeke peravê ya Yewnan re li hev qelibîn, her wiha keştiyeke şîrketa petrole ya Italya Enî ji herêmê hate dûrxistin.

Beriya bi demeke kurt Wezîrê Parastinê yê Yewnan Panos Kammennos ji rojnameya Fransiz Liberationê re axivî û got, rageşiya heyî bi Efrînê re têkildar e. Kammennos got, ‘’Ev bi rewşa Sûriyê û bi şerê dijî Kurdan re têkildar e. Tirkiye li Efrînê ketiye nav çiravekê û dixwaze vê rageşiyê bîne Yewnanîstanê.’’

Wezîr got, ‘’rageşiya bi Yewnanîstanê re ji bo armancên siyasî yên navxwe bi kar tîne.’

Wezîr got Tirkiye bi blokekirina xebatên derxistina gazê ya li peravên Qibrisê rageşiyeke dî derdixîne û got, ‘’Em dibinin ku Tirkiye tişta ku li Iraqê û Sûriyê dike dixwaze li Qibrisê û Egeyê jî bike. Lê Qibris û Yewnanîstan ne welatên Rojhilata Navîn in.’’