Xwepêşandanên li Iraqê ji nû ve dijwar bûn

Xwepêşandanên li Iraqê ku ketiye meha çaran ji nû ve dijwar bûn. Ji ber gulereşandina hêzên ewlekariyê herî kêm 2 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê ku li paytext Bexdayê û bajarên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriye û Vasîtê dest pê kirin dewam dikin. Piştî ku doh xwepêşandêran ji bo avakirina hikumetê heta Duşemê dem ji rêveberiyê re nas kir, xwepêşandan êvarê dijwar bûn.

2 KES MIRIN, 17 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li paytext Bexdayê, di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer qewimî. Xwepêşandan li Basrayê jî dewam kirin. Xwepêşandêrên ku ji nû ve ketin nava liv û tevgerê, di serî de Bexda li gelek bajaran rêyên bingehîn girtin û xwestin hikumeta nû tavilê bê hilbijartin.

Li gorî nûçeyên di medya Iraqê de hatin weşandin, ji ber destwerdana hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê gelek xwepêşandêr birîndar bûn.

Xwepêşandêran gelek rêyên bingehîn li trafîkê girtin. Hêzên ewlekariyê yên xwestin rê vekin îro serê sibehê careke din bi bombeyên gazê dest li xwepêşandêran werdan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, doh li gelemperiya welêt di xwepêşandanan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 17 kes birîndar bûn.

Li Basrayê gelek herêm ketine destê xwepêşandêran. Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê bi çekan dest li xwepêşandanan werdane. Li gorî agahiyan xwepêşandêrekî bi navê Lîweyî Helfî jiyana xwe ji dest da.

BETLANEYA FERMÎ

Li Dîvaniye, Zîkkar û Babîlê jî ji doh serê sibehê ve çalakî dewam dikin. Li Dîvaniye, Zîkkar û Babîlê betlaneya fermî hate ragihandin.

Xwepêşandêran ji bo bicihanîna daxwazên wan 3 roj dem dan hikumetê. Piştî ev dem îro bi dawî bû çalakiyên girseyî ji nû ve dest pê kirin.

SADR: SEROKWEZÎR DIVÊ TAVILÊ BÊ HILBIJARTIN

Lîderê Tevgera Sadr Mûqteda Sadr bi dijwarbûna xwepêşandanan daxuyaniyek da û bang kir ku serokwezîrê nû tavilê bê hilbijartin.