Xwepêşandanên li Hong Kongê didomin

Li Hong Kongê li dijî hişyariyên destwerdana leşkerî ya Çînê xwepêşandanên bi beşdariya bi deh hezaran kesî didomin. Tê payin ku îro jî gelek xwepêşandanên mezin pêk werin.

Li Hong Kongê ku herêmeke xweser a Komara Gel a Çînê ye, li dijî pêşnûme qanûneke ku radestkirina sûcdaran hêsan dike xwepêşandanan dest pê kiribûn û tevî ku pêşnûme hate vekişandin jî xwepêşandan didomin.

Li Hong Kongê yekîneyên artêşa Çînê ji bo destwerdanê xwe amade kirin. Herî kêm 50 hezar kes Şemiyê daketin qadan û xwepêşandan kirin.

Tevî rageşiyeke demkurt xwepêşandan bi giranî bi rengekî aram pêk hatin. Tê payin ku îro li Hong Kongê protestoyên girseyî pêk werin.

Di hin xwepêşandanan de alên Tayvan ên ku Çîn wê nas nake û Emerîkayê hildan. Bi hezaran mirovên alîgirê Pekînê jî daketin qadan. Xwepêşandêrên ku alên Çînê hildan sirûda neteweyî xwendin û nîşandan ku ew bi rêveberiya Pekînê re ne.