WHO: Ji pêşbîniyên dawîanîna vîrûsê re hê pir zû ye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ji pêşbîniyên dawîanîna vîrûsa korona ya nû ku li Çînê derketî re hê pir zû ye.

WHO roja Sêşem û Çarşemê pisporên zanista vîrûsê yên tevahî cîhanê di konferansekê de li hev civand. Tevahî du rojan li ser têkoşîna bi vîrûsê re nirxandin hatin kirin.

Şefê beşa tenduristiyê ya lezgîn a WOH’yê Mîcael Ryan di daxuyaniya çapemeniyê de dayî got: “Bi vê yekê bawerim ku ji pêşbîniyeke têkildarî destpêk, navîn û dawîanîna vê vîrûsê re hê pir zû ye.”

Şefê WOH’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs jî diyar kir ku di nava hefteyê de li Çînê di hejmara bûyerên nû de hevsengiyek heye û got: “Divê ev yek bi dîqet bê nirxandin.”

Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû: “vegereke baş e’ pêk hatiye û tevî mirina hezar kesî jî hejmara bûyerên di sê rojên dawî de kêmbûne. Cînpîng destnîşan kir ku li gel vê divê mirov nekeve xefletekê jî.