Wezîrê petrolê yê Îranê: Bila DYA ambargoyan bi dawî bike

Wezîrê petrolê yê Îranê Bîjen Zengene diyar kir ku piyaseya petrolê bi fikar e û xwest bila DYA ambargoyê bi dawî bike.

Wezîrê petrolê yê Komara Îslamî yê Îranê Bîjen Zengene diyar kir, dibe ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp fiyetên petrolê kêm bike û got "Heke Amerîka ambargoyan rake ew ê fiyat dakeve û piyase jî geş bibe.”

Zengene piştî Kongreya Petrolê daxuyanî da got "Amerîkayê ev kêşe ava kiriye û niha jî dixwaze hêzên din vê kêşeyê çareser bikin."

'PIYASEYÊN PETROLÊ BI FIKAR IN'

Wezîrê petrolê yê Komara Îslamî ya Îranê Bîjen Zengene diyar kir ku li gorî pisporan şertên piyaseya petrolê ya niha çareser nabe. Zengene got ku, "Ji ber ku di piyaseyê de pêşkêşkirineke kêm heye. Hêza tu welatî tuneye ku zêde hilberîne. Siûdî Erebistan a niha rezervên xwe bi kar tîne, lê heta kîngê ew ê karibe pêk bîne, ev ne diyar e. Kêmbûna pêşkêşkirinê bi gotin û şer çareser nabe. Piyaseyên petrolê bi fikar in û welatên hilberîner jî di bin ambargoyê de ne."