Welatên Ewropayê serlêdana penaberiyê ya Sûriyeyiyan rawestandin

Swîsreyê ragihand ku wan serlêdanên Sûriyeyiyan ên ji bo penaberiyê rawestandine. Heman biryar ji aliyê Elmanya, Îngilistan, Îtalya, Belçîka û Awûstûryayê jî hatibû wergirtin.

SERLÊDANA JI BO PENABERIYÊ

Piştî ku li Sûriyeyê rejîma Beşar Esad hilweşiya, hikumeta Swîsreyê ragihand ku wan serlêdanên Sûriyeyiyan ên ji bo penaberiyê rawestandiye. Ji bo biryarê hate gotin, "Heta ku rewşa li Sûriyeyê bi rengekî hîn baş bê nirxandin, prosedurên penaberiyê yên Sûriyeyiyan hatine rawestandin."

Di daxuyanya sekreteriya koçê de hate gotin, nekarî bê kontrolkirin bê hincetên penaberiyê yên Sûriyeyiyan heye yan na, yan jî dayina fermana dersînorkirinê maqûl e yan na.

Beriya Swîsreyê li Elmanya, Îngilistan, Îtalya, Belçîka û Awûstûryayê jî heman biryar hatibû wergirtin.