Trûmp UV û deterjan pêşniyaz kir, doktor şaş mane!

Li DYE'yê hijmara miriyan digihe 50 hezar kesî, Trûmp hê jî bi tendiristiya gel dilîze. Trûmp ku dixwaze aboriya welêt û xwe xilas bike ji aliyekî ve li hilbijartinê difikire. Li dijî Covîd-19'ê pêşniyara UV û detarjanêkir, doktor şaş mane.

Li DYE'yê ji hêla Covîd-19'ê û vir ve Midûrê Enstîtûya Netewî ya Nexweşiyên Alerjîk û Têger Anthony Faucî populer bû. Faûcî bi Trûmp re eynî dikê par ve dike, ew ji bo tevdîrên dijî vîrûsê peywirdar kiribû. Ji bo peşverû û çepgirên nerm Faucî lehengek e. Ji bo muxafazkar û hin çepgirên hişk zilamê dewleta kûr e.

Faûcî ku li ser daxuyaniyên derbarê Covîd-19'ê Trûmp pûç dike ji hêla kirêdarê multîmilyardar ê Qesra Spî ve weke gefekê tê dîtin. Trûmp  li pêşiya zindîkirina aboriyê ya bi rengekî lez Faûcî asteng dbîne û dixwaze jê xilas bibe lê ji ber ku vê gavê Faucî li nav Emerîkiyan populer e niha nikare destê xwe bidiyê.

DEMA KU FAÛCÎ NE LI MAL E MIŞK EVDILREHMAN E

Trûmp herî dawî beriya ku Anhort Faucî hazir be derkete pêşberî kamerayan. Kovara Fransiz Le Poînt got,''Dema ku Anthony Faûcî ne li mal e mişk Evdlrehman e.''

Pêşniyazên ku Trûmp kirî kir ku doktor şaş bimînin. Trûmp behsa bandora tîrên ultravîyole (UV) û detarjanê yên li ser nexweşan kir.

Malpera nûçeyan 20 Mînutes got tîma şêwirmend a Trûmp li bara van gotinên Trûmp şaş mane. Dîmenên ku li tora medyaya civakî hatine parvekirin vê rewşê nîşan dide.

Trûmp bi şêwaza xwe ya her carê got,''Em bihesibînin ku UV an jî tîrêjeke xurt tê ser bedenekê (...) û em bihesibînin ku ev tîrêj dikevin nav beden, ev li ser çerm dikare were kirin'' û got,''Piştre dezenfektan hene ku di deqeyekê de tine dike...Mirov dikare tiştekî weke enjeksiyonê bike yan na?''

DOKTOR ŞAŞ MAN

Doktor li ser Twîtterê li dijî fikra enjeksiyona deterjanê ya Trûmp derketin û li ser rîska dezenfektanan dengê xwe li gel kirin. Doktorekî bi navê Dara Kass got, ''Ji kerema xwe re ji bo ku hûn ji tifa xwe ya Covîd-19'ê xilas bibin ava cilşûştinê an jî alkola bi 90 pileyî venexwin.''