Trûmp sedema vekişandina ji Sûriyeyê eşkere kir

Serokê DYE’yê Donald Trûmp sedema derketina xwe ya ji Sûriyeyê eşkere kir.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp bi rêzetwîtan vekişîna leşkerên Emerîkayê yên li ser sînor eşkere kir.

Trûmp diyar kir ku ew ji bo mehekê çûne Sûriyeyê û bi salan in li wir in û got “Piştî min DAÎŞ 100 ji sedî têk çûye.”

Trûmp ji bo endamên DAÎŞ’ê yên ku hatine girtin jî got ku “Divê Tirkiye, Ewropa, Sûriye, Îran, Iraq û Rûsya vê rewşê fêm bikin, divê ew biryarê bidin ku wê çi bi van DAÎŞ’iyan bikin.”

Trûmp got ku “Kurdan tevî me şer kirin lê gelek pere û amûr jî wergirtin. Tirkiye ev serê deh salan e bi wan re şer dike, min sê salan xwest vî şerî taloq biki lê êdî ji bo me jî wexta vekişîna ji vî şerê beredayî yê bêdawî hatiye. Dem hatiye ku em leşkerên xwe bînin malên wan.”