Ti nemaye ku rejim Xutaya Rojhilata bistîne

Rejîma Sûriyê ev ji mehekê zêdetir e li Xutaya Rojhilat operasyonan dike û 90 ji 100’î yê bajêr kete bin kontrola rejîmê de.

Mala Çavdêr a  Mafê Mirovan a Sûriyê ya bi navenda Londraye înê bi daxuyaniyekê got li Xutaya Rojhilat, li sektora Harasta tehliyekirina dawî bûye. Bi vî rengî jî 90 ji 100’î yê Xutaya Rojhilat kete destê rejîmê de. Ên ku têne tehliyekirin dişinin herêma Idlibê ya li bakurê Sûriyê.

Li gorî Mala Çavdêr, di operasyonan de, ku 18’ê Çile dest pê kirin, 1600 sivîl hatin kuştin. Van demên dawî êrîşên hewayî zêde bûbûn. Her wiha hate gotin di şerê Xutayê de 485 sivîl hatine kuştin, 319 endamên koma çekdar hatin kuştin.

Televizyona Dewletê ya Sûriyê got Harasta ku di dest koma çekdar de bû hatiye bidestxistin û van du rojên dawî 1400 jê çekdar, nêzî 4 hezar kesî qebûl kirine ku biçine Idlibê. Çekdar piştî ku çeteya Ahrar-uş Şam a bi desta Tirkiyê qebûl kir ku herêmê berde, vekişiyan. Idlib jî di bin dagirkeriya wan koman de ye ku Tirkiye destekê dide wan.

Operasyona li ser Xutaya Rojhilat û êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê bi du roj navberê dest pê kirin. Yekê 18’ê Çile dest pê kir, yekê 20’ê Çile. Li gorî gelek çavdêr û siyasetmedaran di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de li ser Xutaya Rojhilat û Efrînê lihevkirin çêbû.