Tevgera Jinên Kurd li Kolombiyayê balê dikişîne

Li ser "Tevgera Jinên Kurd û jineolojiyê" li Kolombiyayê semînerek pêk hat.

Li Kolombiyayê, ji bo danasîna tecrûbeyên tevgera jinên Kurd û jineolojiyê ji 9'ê Sibatê ve çalakî tên lidarxistin û gelekî balê dikişînin. Çalakî ji aliyê Kolektîfa Jinê ya Komîteya Piştevaniyê ya Kolombiyayê ve tên organîzekirin û bi beşdariya Endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar pêk tên.

Çalakiya destpêkê li navenda otonom Rete Jin Sabanayê pêk hat û 80 jinên ji kolektîfên cuda tevlî bûn. Di roja destpêkê ya perwerdeyê de artêşbûn, partîbûna jinê û têkoşîna çil salî ya ber bi konfederalîzmê ve hatin vegotin. Di roja duyemîn de jî li ser wateya jineolojiyê pêşkêşî hate kirn.

Çalakiya duyemîn jî 11'ê Sibatê li navenda çandê Redadayê pêk hat û 120 jin tevlî bûn. Di civînê de li ser xweparastin, nasnameya jinê û rêbazên nû yên têkoşînê nîqaş hatin kirin.

Semînera ku doh li anfîniya Camîllo Torres a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Neteweyî ya Kolombiyayê, bi beşdariyeke xurt pêk hat. Semînera bi sernavê "Tevgera jinên Kurd û jineolojî" bi danasîna endamên Komîteya Piştevaniyê dest pê kir. Ji xwendekaran heta hîndekaran 700 kes tevlî kombûnê bûn.

'RÊBER APO CIVAKEKE LI BER TINEBÛNÊ BÛ GIHAND ASTA PÊŞENGIYÊ'

Zîlan Diyar li semînerê axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê û meşên dirêj ên ber bi Strasboûrgê ve. Diyar diyar kir, berxwedana grevên birçîbûnê û meşa enternasyonalîstan ji bo azadiya Ocalan pêk tên û got, "Rêber Apo neteweyeke ku li ber tinebûnê bû gihand wê astê ku pêşengiyê ji tevgerên şoreşger ên li dinyayê re bike." Di semînerê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Sakîne Cansiz hate nîşandan.

Beşdarên semînerê piştre peyamên piştgiriyê dan berxwedêrên greva birçîbûnê.