Têkoşîna Iraqê ya li dijî gendeliyê bi qasî pêwîst encam nagire!

Rêxistina têkoşîna li dijî gendeliyê ya dewleta Iraqê ragihand, di 6 mehên îsal de 1 milyar dolar bi dest xistine yan jî nehişetine ku bên dizîn. Ev heman demê rewşa gendeliya li welat dide nîşandan.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîsyona Zelaliyê ve hate kirin, rayedaran 857 biryarên girtinê dane, lê ji van tenê 407 hatine pêkanîn.

Welatiyên Iraqê bi salan in li dijî gendeliya rêveberan di nava xwepêşandan de ne. Li gorî rapora Rêxistina Zelaliya Navneteweyî,  Iraq di nava welatên cîhanê de di rêza 12’an a welatên herî gendelî lê tênkirin de ne.

Di daxuyaniya komîsyonê ya berî hefeteyekê de li eyaleta Nînova nêzî 10 milyon pere ku ji bo koçberan hatibû dayîn, ji aliyê waliyê berê Nawfel Akûb ê reviyayî ve hatiye dizîn.

Her wiha komîsyonê di meha Nîsanê de jî daxuyaniyek dabû diyar kiribû ku ji aliyê xizmên Nawfel Akûb ve ji buceya Nînowayê ya 800 milyonî 60 milyon dolar hatiye dizîn.

Komîsyona Zelaliyê ragihand di şeş mahê îsal de bi giştî 1 milyar dolar pere bi destxistine yan jî rê nedane ku bê dizîn.

DI NAVA 15 SALAN DE 250 MILYAR DOLAR HATIYE DIZÎN

Li Iraqê di nava 15 salên dawî ji ber gendeliyê 250 milyar dolar hatiye dizîn, ev jî tê wateya ev rêje du qatî bûceya dewletê ye. Heta li gorî parlementoya Iraqê di nava 15 salan de pereyê hatî dizîn, ji hesabê mîllî yê nava welat hê zêdetire.