Têkildarî şewata li kampa Mîdîllî 5 koçber hatin destgîrkirin

Têkildarî şewitandina kampa 12 hezar koçber a li girava Mîdîllî (Lesbos) a Yewnanistan lê dijiyan, 5 koçber hatin destgîrkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Sivîl ê Yewnanistanê Mîchaîls Chrysohoîdîs diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîn têkildarî şewata li kampa Morîayê 5 koçber destgîrkirine, li gumanbarekî ku tesbît kirine jî digerin.

Ji ber şewata şeva 8-9’ê Îlonê derketî kamp bi temamî şewitî bû, 12 hezar kesên serlêdana rûniştinê dikirin man bê mal.

Berdevkê Hikûmetê Stelîos Patsas berî niha di daxuyaniyeke li Atînayê dayî, diyar kir ku ji bo bi lez û bez kampê veguhêzin cihekî din, bi armanca ku li ser hikûmetê re şantajê bikin, agirberdana kampê parastibû.

Gekek koçber, bi fikara ku wê carekî din nikare ji giravê derkevin, naxwazin biçin kampên din ên ku hikûmetê avakirine.Beşek vê jî neçarin ku vê bi zorê qebûl bikin.