Têkildarî Qerebaxê peyman hate îmzekirin
Serokê Ermenistanê diyar kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bîne wî mohra xwe daniye binê peymaneke 'bi êş'. Serokdewletê Rûsyayê jî diyar kir ku wê 'hêza aştiyê' li herêmê bê bicihkirin.
Serokê Ermenistanê diyar kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bîne wî mohra xwe daniye binê peymaneke 'bi êş'. Serokdewletê Rûsyayê jî diyar kir ku wê 'hêza aştiyê' li herêmê bê bicihkirin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û got, "Min biryareke welê da ku ji bo me hemûyan gelekî zehmet e."
PAŞÎNYAN: MIN MOHRA XWE DANÎ BINÊ PEYMANEKE GELEKÎ BI ÊŞ
Paşînyan got, "Ji bidawîbûna şerê li Qerebaxê min tevî serokdewletên Rûsya û Azerbaycanê îşev mohra xwe danî binê peymanekê. Metnê daxuyaniya ku hatiye weşandin ji bo min û ji bo gelê me gelekî giran e, bi êş e."
Paşînyan diyar kir ku ev biryar li ser nêrîn û daxwaza mirovên ji aliyê rewşa leşkerî û rewşa giştî ve şareza ne hate dayin û got, "Ne serketin e, lê belê ne têkçûn e." Paşînyan destnîşan kir ku divê ev yek bibe destpêka yekîtiya wan a neteweyî, dema wan a jinûve vejînê."
Paşînyan bi dewamî got, "Ji bo plankirina paşeroja xwe divê em salên xwe yên serxwebûnê analîz bikin û şaşitiyên xwe yên derbasbûyî dubare nekin.
Li pêşberî qurbaniyên me hemûyan bejna xwe ditewînim. Leşkerên me, generalên me, dilxwazên me hemûyan ên ku welatê xwe parastin bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi kesayetiya xwe Artsah rizgar kirin. Me heta dawiyê şer kir. Û em ê bi ser bikevin. Artsah li ser piyan e. Bijî Ermenistan. Bijî Artsah."
KREMLÎNÊ PIŞTRAST KIR
Di daxuyaniyê de detayên peymanê nehatin eşkerekirin. Qesra Qremlînê jî piştrast kir ku ji bo dawî li şerê li Qerebaxê bê anîn peymanek hatiye îmzekirin.
Beriya van daxuyaniyan, Azerbaycan a ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire ragihandibû ku wan kontrola bajarê Şûşa yê stratejîk bi dest xistine. Şûşa ku li ser çiyayekî ye, bi 15 kîlometreyan dûrî paytexta Qerebaxê Spatanekertê ye.
PÛTÎN: WÊ LI POZÎSYONA HEYÎ YA LEŞKERÎ DE BIMÎNIN
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku wê hêzên aştiyê li herêma Qerebaxê bên bicihkirin.
Pûtîn ragihand ku herdu alî wê di pozîsyona xwe ya heyî ya leşkerî de bimînin û navendên ragihandinê jî wê bên vekirin.
Serokdewletê Rûsyayê diyar kir ku ew hêvîdar e peymana nû ya agirbestê li gorî berjewendiyên her du aliyan çareseriyeke demdirêj ji krîza Qerebaxê re bîne.
PIŞTÎ XISTINA HELÎKOPTERA RÛS...
Peyman piştî ku Azerbaycanê bi 'şaşitî' li Ermenistanê helîkoptereke leşkerî ya Rûs xiste xwarê, hate îmzekirin. Azerbaycanê xistina helîkopterê qebûl kiribû û lêborîn xwestibû. Di helîkopterê de 2 kes miribûn, 3 kes jî birîndar bûbûn.