Serxwebûna Katalonyayê, astengiyên li pêşiyê û paşeroja wê

Katalonyaya ku bi referandûmê re biryara qutbûna ji Spanyayê da, tê payin ku serxwebûnê ragihîne. Gelo wê ji niha û pê ve çi biqewime, ji aliyê aborî ve Katalonya wê karibe li ser piyan bimîne yan na û endametiya YE wê çi be? Gelek pirsên wiha hene.

Tevî hemû astengiyan jî, 2,2 mîlyon Katalan roja 1'ê Cotmehê çûn ser sindoqan û 92 ji sedî yê dengdêran ji bo serxwebûnê dengê 'erê' dan. Gelek mijarên mîna; tedbîrên tund ên Spanyayê wê heta ku derê be û eger serxwebûn pêk were wê Katalan karibin li ser piyan bimînin, gelekî tên nîqaşkirin.

Katalonya ku ji herêmeke ji 32 hezar û 114 kîlometreçargoşeyî pêk tê, nifûsa xwe 7,5 mîlyon e. Beşek ji axa gelê Katalan li nava Fransayê ye, beşeke din a biçûk jî li nava herêmên din ên cîran ên li nava Spanyayê ye.

DAXWAZA SERXWEBÛNÊ XWE DISPÊRE PÎVANÊN HIQÛQA NAVNETEWEYÎ

Parlamentea Herêma Katalonyayê, mafê 'diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan' ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûl kirin, bi kar anî û biryara referandûmê da. Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê jî, xwe spart Destûra Bingehîn a sala 1978'an ku piştî hilweşandina dîktator Franco hate qebûlkirin û xweseriyê ji bo Katalonyayê nas dike, û referandûm betal kir. Dadgehê bal kişand ser xala 2. a 'Yekîtiya neteweya Spanyayê ya nabe bê arçekirin' a li Destûra Bingehîn.

Li gorî Destûra Bingehîn a Spanyayê, ragihandina serxwebûnê bi awayekî yekalî ji aliyê Katalonyayê ve, ji aliyê hiqûqî ve derbas nabe. Lê belê ev ragihandin, dikare xwe bispêre mafê 'diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan' a ku di hiqûqa navneteweyî de heye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de beriya niha mînakên Rodezya ya Afrîkayê û Kosova ya ji Sirbîstanê qut bû, hene.

Lê belê, heta roja îro, li  welatên ku xwe 'demokratîk' nîşan didin, ev pîvana cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de heye, bi cih nehatiye anîn. Bûyîna Çekoslovakya weke Komara Çekê û Slovakya û qutbûna Karadag û Sirbîstanê ji hev, bi peymanên welatan ên beramberî hev, pêk hat.

Ji ber ku polîs û leşkerên Spanyayê gelek sindoqên dengdanê bloke kirin, tê texmînkirin ku herî kêm 700 hezar kesî nekariye dengê xwe bidin. Lewma rêjeya tevlîbûnê 42,3 ji sedî ma. Tevî vê yekê jî 92 ji sedî yê dengdêran dengê 'erê' ji bo serxwebûnê dan.

Ji ber zext û zordarî, girtinê, desteserkirina sindoq û pisûlayên dengan, Katalan gelekî nerazî ne.

Bûyereke din a ku destê Katalonyayê xurt dike, mîtînga mezin a 3'ê Cotmehê ya li Barcelonayê ye, ku bi qasî mÎlyonek kes tevlî bûn. Hikumeta Herêmî ya Katalan, tevlîbûna li greva giştî û xwepêşandanên mezin, weke delîla piştgiriya ji bo daxwaza serxwebûnê nîşan dide.

EGER KATALONYA SERXWEBÛNÊ RAGIHÎNE WÊ BIBE DEWLETEKE ÇAWA?

Eger Katalonya serxwebûnê ragihîne, wê bibe 'Komara Katalan' ku Parlamenta Herêma Katalonyayê di meha Îlonê de qanûna derbasbûnê ya demkî ya ji bo avakirina Komara Katalan qebûl kiribû.

Bi ragihandina serxwebûnê re yek ji gavên herî girîng ên Katalonya biavêje 'serxwebûna bacê' ye. Wekî din, wê ji hemû welatiyên navê wan di lîsteyên hilbijartinê yên sala 2016'an de heye, yekser welatîbûna Katalonyayê bê dayin. Yên bixwazin wê karibe xwedî welatîbûna Spanyayê jî bin.

6 meh piştî ragihandinê wê Meclîsa Damezrîner a Katalonyayê were avakirin û destûra bingehîn a nû ya welêt bê amadekirin. Eger pêvajo bi rengê plankirî bimeşe, wê destûra bingehîn a Katalanan herî dereng di Cotmeha 2018'an de pêşkêşî dengdana gel bê kirin.

SPANYA WÊ BI ÇI RENGÎ BIBE ASTENG?

Gavên ku Spanya li dijî ragihandina serxwebûna Katalanan biavêje wê rewşê hê aloz bike. Rêveberiya Spanyayê ku bi destê Dadgeha Destûra Bingehîn referandûm da qedexekirin, gelek rêveber binçav kir û ji bo astengkirina referandûmê bi deh hezaran polîs xiste dewrê.

Tevî hemû zextan eger Katalan ji serxwebûnê venegerin, tê payin ku xala 155'an a Destûra Bingehîn bikeve dewrê. Li gorî vê xalê, rêveberiya navendî xwedî wê erkê ye, ku 'Eger zerar li berjewendiyên Spanyayê dibe' dikare dest deyne ser rêveberiya herêmên xweser.

Di çarçoveya vê xalê de, dibe ku polîsê herêmî yê Katalan Mossos d'Esqûadra, bi temamî werin kontrolkirin.

DIBE KU PÛÎGDEMONT JÎ BIGIRIN

Eger Spanya ji bo astengkirina serxwebûnê xala 155'an bixe dewrê, Dadgeha Destûra Bingehîn jî dikare hemû erkên saziyên herêmî betal bike. Qanûna di vî warî de beriya referandûmê hatibû derxistin.

Eger Katalan di sekna xwe de bi biryar bin, dibe ku Serokwezîr Marîano Rajoy bike ku Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont bê girtin.

Rêveberiya navendî ya Spanyayê, her wiha deriyê xwe li banga danûstandin û diyalogê ya Katalanan girt. Serokê Herêma Katalan Carles Pûîgdemont her wiha bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku navbeynkariyê ji Madrîd û Barcelona re bike, lê ev bang jî bê bersiv hate hiştin.

JI ALIYÊ ABORÎ VE BARÊ SPANYAYÊ HILDIGIRE

Katalonya, ku nifûsa xwe 7,5 mîlyon e, di nava Spanya ji 46,5 mîlyonî de, tevî ku 16 ji sedî ye, ji aliyê aborî ve 20 ji sedî yê barê Spanyayê hildigre. Katalonya ku yek ji çar parên îxracata Spanyayê pêk tîne, her wiha herî kêm 18 mîlyon ji 75 mîlyon tûrîstên biyanî yên tên Spanyayê vedihewîne.

Li Katalonyayê, hatineya milî ya serê şexsekî gihîştiye 28 hezar Euroyî. Di nava Fransa û Spanyayê de ji aliyê aborî ve weke qadeke aram e. 

Rêjeya bêkariyê ya herî dawî li Spanyayê 17,2 ye, li Katalonyayê ev rêje 13,2 ye.

Yek ji argumanên girîng ên daxwaza serxwebûnê ya Katalanan jî ew e, ku Katalan 'barê herêmên din ên Spanyayê hildigire' ye.

KATALONYA SERBIXWE JI ALIYÊ ABORÎ VE DIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE

Argumana herî girîng a ku gelek şîrovekarên li Spanya û Yekîtiya Ewropayê li dijî serxwebûna Katalonyayê bi kar tînin, ew e ku Katalonya ya serbixwe 'ji aliyê aborî ve nikare li ser piyan bimîne'. Beriya referandûmê û piştî wê hatibû îdîakirin ku eger gelek şîrketên li Katalonyayê di rewşeke serxwebûnê de wê bar bikin Spanyayê.

Lê belê, li gorî daneyên heyî mirov nikarin bêjin ku dema Katalonya serbixwe bû, wê ji aliyê aborî ve ji rewşa heyî ya Spanyayê nebaştir bibe. Hikumeta navendî ya Spanyayê îdîa dike ku eger Katalonya serbixwe bibe wê yek ji sê parên aboriya wê kêm bibe. Lê ekonomîst dibêjin, di dema kin de wê aboriya Katalan bigihêje stabîlîteyekê û di dema dirêj de jî 7 ji sedî mezin bibe.

ENDAMETIYA YEKÎTIYIA EWROPAYÊ WÊ JI NÛ VE BÊ KIRIN

Piştî ku Katalonya serbixwe bû, hingî pirsa 'wê welatê nû bibe endamê Yekîtiya Ewropayê ya na' derdikeve holê. Her çend niha parçeyek ji Spanyayê ye ku endamê  Yekîtiya Ewropayê ye, nepêkane ku Katalonya yekser bibe endamê yekîtiyê. Dema ku ji Spanyayê veqete, wê Katalonya bi peymanên navneteweyî yên ji aliyê Spanyayê ve hatine îmzekirin ji nava yekîtiyê derkeve. Li gorî xala 49'an a Peymana Yekîtiya Ewropayê jî, Katalonya wê weke 'welatê sêyemîn' bê dîtin û ji bo endametiya wê jî wê pêvajo ji nû ve dest pê bike.