Serxwebûna Katalonyayê

Spanya, ku bi zora polîsan nekarî pêşî li daxwaza serxwebûnê ya Katalonyayê bigire, bi xwepêşandana mîlyonek kesî, careke din matmayî ma. Rêveberiya Katalonyayê jî got, êdî tenê diyarkirina roja ji bo ragihandina serxwebûnê maye.

Li gel hemû astengiyan jî 2,3 mîlyon ji 5,3 mîlyon hilbijêran, roja Yekşemê dengê xwe dan. Di encama êrîşa polîsên Spanyayê de 900 kes birîndar bûn. Di encama dengdanê de 92 ji sedî yê Katalanan dengê 'erê' ji bo serxwebûnê dan.

PÛÎGDEMONT: VÊ HEFTEYÊ YA JÎ DESTPÊKA HEFTEYA BÊ

Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont destnîşan kir, ku ew ê li gorî encama referandûmê tevbigerin û ev helwesta xwe duh careke din anî ziman.

Pûîgdemont ji BBC re axivî û diyar kir, ku tenê diyarkirina roja ragihandina serxwebûnê maye. Pûîgdemont ragihand, hikumeta herêmî wê heta dawiya vê hefteyê ya jî destpêka hefteya bê bikeve nava liv û tevgerê.

QRALÊ SPANYAYÊ DI NAVA ENDÎŞEYÊ DE YE

Hikumeta navendî ya Spanyayê, bi zext û zordariya polîsan, bi desteserkirina pisûlayên dengan hewl da pêşî li pêkhatina referandûmê bigire. Lê nekarî vê bi ser bixîne. Duh jî gel daket kolanên Barcelonayê û careke din bersiv da hikumet navendî ya Spanyayê.

Bi qasî mîlyonek kesên daketin kolanên paytext Barcelonayê, şîdet û zexta polîsên Spanyayê şermezar kirin. Di çalakiyê de ji bo referandûma serxwebûnê dirûşm hatin qîrîn. Vê çalakiya ku tevahiya rojê dewam kir, Qralê Spanyayê Felîpe yê 6. xiste nava endîşeyê.

Qral, qedexekirina vîna gelê Katalan ji aliyê Serokwezîr Marîano Rajoy û Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji nedîtî ve hat û careke din partiyên Katalan sûcdar kir.