Serokê berê yê Dewleta Yemenê Saleh hate kuştin

Hate ragihandin ku serokê berê yê dewleta Yemenê Alî Abdullah Saleh ji aliyê milîsên Hûsî ve hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku serokê berê yê dewleta Yemenê Alî Abdullah Saleh ji aliyê milîsên Husî ku Îran piştgiriya wan dike, hatiye kuştin.

Li gorî dîmenên ku li ser hesabên medyaya civakî ya nêzî Hûsiyan, Saleh bi lînckirinê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên Organîzyona Xaça Sor a Navneteweyî li paytexta Yemenê Sana di 5 rojên dawî de 125 kes hatine kuştin û 238 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din hate ragihandin ku Serokkomarê Yemenê Abdûrabbû Mansûr Hadî ji bo ketina lezgîn ya ji bo paytext Sanayê fermana operasyona lezgîn daye.

Husiyên ku Îran piştgiriya wan dike, ji sala 2014’an ve li dijî rêveberiya Saleh çalakiyên çekdarî dikin.